YPG Fermandar Xebat Dêrîk bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera şehîdbûna yek ji damezirînerên YPG’ê şehîd Xebat Dêrik de daxuyaniyek weşand û tê de destnîşan kir ku şehîd Xebat Dêrik ji bo şoreşa Rojava bi roleke girîng rabûye û serkêşî jê re kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera şehîdbûna yek ji damezirînerên YPG’ê şehîd Xebat Dêrik de daxuyaniyek weşand û tê de destnîşan kir ku şehîd Xebat Dêrik ji bo şoreşa Rojava bi roleke girîng rabûye û serkêşî jê re kiriye. Di daxuyaniyê de îşaret bi şehîdxistina Xebat Dêrik hate kirin û hate teqezkirin ku dê li ser şopa şehîdan rêya berdewam bikin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Kesayetên mezin ew kes in ku kesayet, civak û xwezaya xwe nas dikin, hemû hebûn û derfetan bi kedeke mezin, bê teredud bi rêxistin dikin û ji tunebûnê serkeftin û jiyana azad diafirînin.

Di 8’emîn salvegera şehadeta damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel şehîd Xebat de, em xencera xiyanetê ku hêviyên şoreşa azadiyê hedef kirine, lanetê lê dikin. Li hember xiyanet, teror û dagirkeriyê bê teredud xwe bi rêxistin dikin û serkeftinan bi dest bixin. Wek fermandarî û hemû yekîneyên YPG’ê, em ê di serî de fermandarê nemir şehîd Xebat Dêrik, li pey şopa hemû şehîdên şoreşê ku bê teredud di xeta parastina rewa de pêşengiya me kir, armancên şoreşê bi ser bixin û mezintir bikin.

Xiyanet, teror û dagirkerî bi hemû rêbazên neexlaqî û kirêt êrîşî nirxên şoreşê dikin ku bi lehengiya şehîdan û keda gelê şoreşger hatine bidestxistin. Yekîneyên me, li ser bingeha ku şehîd Xebat Dêrik ji hêza me re daniye, xiyanet, teror û dagirkeriyê rojane têk dibin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Mîrasa ku şehîd Xebat û hemû şehîdên azadiyê ji yekîneyên me û gelê şoreşger re hiştiye têrê dike ku bi hezaran nifşên civaka me li ser xeta parastina rewa xwe bi rêxistin bikin û pergala azadiyê bê dawî mîsoger bikin.

Em wek Fermandariya Giştî ya Yekineyên Parastina Gel, di 8’emîn salvegera şehadeta sazûmankarê hêzên me fermandar Xebat Dêrîk de soza berdewamkirina di şopa şehîdên şoreşê dubare dikin û diyar dikin ku heta dawiyê em ê bibin mîsogeriya destkeftiyên şoreşê û azadiyê.”

Nivîsa Pêş