Çalakiya greva birçîbunê ya li bajarê Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan berdewam dike. Îro koma 17’an çalakiyê dewir girt.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerêm Mezopotamya li Silêmaniyê ji bo piştgirîkirina Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dayî destpêkirin ji aliyê koma 17’an ve dewir hate girtin
Îro welatiyên Kerkûkê çalakiya grevê bi dirûşmeya ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’ dewir girtin.
Hoşyar Hemezêr li ser navê koma nû axivî û got: “Em bêdengiya rêxistinên mafê mirovan a li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Herkesê ku xwe weke Kurd dibîne pêwîste helwesta xwe a li dijî tecrîdê nîşan bide. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me hemûyan têkoşînê dike.”