Leşkerên Dagirker li Amûd’ê sîvîlekî birîndar kir

Leşkerên  arêtşa Tirk a dagirker li ser sînorê navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo sivîlek birîndar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN- Welatiyê bi navê Dawûd Mihemed Şerîf Mihemed (51) dema pezê xwe li nêzî sînorê di navbera navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de diçêrand ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hate gulebarankirin. Dawûd Mihemed ji ber gulebaranê birîndar bû.

Li gorî agahiyan Dawûd li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo tên dermankirin.

 

Nivîsa Pêş