Piştî ku li herêma bakûrê Sûriye seferberî hate li darxistin amadekariyên leşkerî û psîkolojîk têne kirin. Ji bo bersivdayîna destdirêjî li ser axa rojava û bakûrê Sûriye her wiha civînên berfireh pêk tê.
TIL KOÇER – Piştî gefên Erdogan li ser axa rojava û bakûrê Suriye ciwan û jinên ciwan ên bakûrê Sûriye piştgiriya xwe didin bi hemû pêkhateyên xwe.
Li bajarokê Til Koçer civînek hat li darxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpê kir. Piştre rêverberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Apoyî axaftinek kir. Apoyî di axaftina xwe de behsa bûyerên şerê cîhanî ya duyemîn kir û zilmê ku di Rojhilata Navîn de li ser gelan de tê meşandin kir. Axa rojhilata navîn ya ku ji aliyê Împeratoriya Osmaniyan û hwd ve bûye cihê kuştin û wêrankirin û koçberkirina gelan.
Harun Apoyî wiha berdewam kir; ”Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin pir zore, ji bo me hebûn û nebûnê ye. Me gelek şerên mezin li dijî DAÎŞ kiriye û me karî bi vîna xwe wan têk bibin. Wekî her kes dibîne destdirêjî û êrîşên dewleta Tirk li ser axa me zêde bûne. Ji bo ku piştgirî bidin çeteyên xwe vana dikin. Lê me serî li hemberî wan hilda û em destûr nadin dagirkeran ku projeya yekbûna axa me zirar bide.
Her wiha Apoyî bal kişand ser tevger û paradîgmaya netewa demokratîk ya ku li her deverê cîhanê belav bûye û got; ”Em ê bi vîna xwe serhildaneke milyonî çê bikin li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê û ser asta cihanê ve pêk bê.”
Di dawiya axavtina xwe de teqez kir ku divê ciwan tekoşîna xwe li hemberî gefan li ser axa xwe bilind bikin û piştgirî bidin yekîneyên parastina gel YPG û YPJ û QSD di çeperên herî pêş yên şer de. Ji bo ku em sedsala nû ya pêşiya me qezenc bikin û sedsala berê ya ku me di bin zilmê dagirkeran ve derbas kir hesaba wî bipirsin têkoşîn bikin.