NAVENDA NÛÇEYAN
Di esasê xwe de kes, civat an jî eşîrên ku ji nirxên xwe qût bûne û jê dûr bûne, li hemberî civakbûyînê di nava îxanetê de ne. Lê ji vê rewşê ne haydar in. Ji ber ku ji vê rewşê ne haydar in û nizanin di îxanetek mezin de ne, di halên xwe de kêfxweş in û bi diruşmeyên gelparêz ve xwe wek lehengên gel pênase dikin. An jî jê haydar in, lê belê ewqas îxanetên mezin kirine û nikarin jê derkevin îxanetê didomînin. Jixwe ji bo vê jî navê îxanet bêarî û bêrûyî jî dibe. Dev ji îxanetê bernadin; ji ber ku çekê wan ê tenê îxanet e. Bi çar destan çeka îxanetê hembêz dikin. Û bi vê çekê bênavber êrîş jî dikin. Ji gel dizîye dikin. Bi mêtîngeran ve tevlî operasyonên dagirkirinê dibin. Şelafên mêtîngeran in. Êrîşê bi gel dikin. Welat pêşkeşî mêtîngeran dikin. Ji çalakiyên û protesteyên gel re destûr nadin, êrîş dikin. Li cîhanê herkes rastî li îxanetê hatibe. Hinek bi derewên piçûk, hinek bi xapandinê re rastî li îxanetê hatibin. Hinekan ji bi dêk û dolabên mezin ve rastî li îxanetê hatibin. Hinekî jî ji ber nezanbûna xwe ixanet kiribin. Hinekan ji îxanetê poşman bûne û li hemberî gel efû xwestine. Yên ku dev ji îxanetê bernadayîn jî ji aliyê gel ve hatine darizandin. Ev pêvajo, pêvajoya yên ku îxanetê dikin û yên ku rastî li ixanetê tên rû bi rû dimînê ye. Heya cihekî em dikarin wateyek jî bidin. Lê yên ku vî tiştî bi zanebûnê dikin û berdawan dikin, bi ser de bi mêtîngeran ve vî tiştî dikin nayê efûkirin. Û di dîrokê de jî qet nehatine efûkirin. Teqez hesab hatine pirsîn. Hinek dewletan, kesên ku ew di nava ixanetê de ne, bixwe bêbandor kirine. Ji ber ku kesên îxanetê li gelê xwe kirin; dikarin şalûziyên her cûre jî bikin. Hinek dewlatan jî, yên ku di nava îxanetê de ne, bi navê şoreşê li pêşberî gel dane cezakirin.
Helbet, dewletên ku dixwazin Kurdistanê bişêlînin jî, dixwazin ji vê tora îxanetê sûd werbigrin. Ev ne xwestekek rojane ye. Paşeroja vê heye. Gotinên nizanim şerên mêtingeriyê felan dîrokê, felan dîroka Piştî Zayînê dest pê kir û bêvan, hemû derew û xapandin e. Li Kurdistanê, ji destana Gilgameş vir ve mêtîngerî heye. Ez bawer im yên ku destana Gilgameş nizanibin nîn in. Ji bo yên nizanin em dikarin bi kurtasî bêjin. Gilgameş, di dîrokê de destana herî ewil e. Û destan li ser erdnigariya Kurdistanê derbas dibe. Rêber APO gotibû; “ Paşeroj ( dîrok ) di roja me de, em jî di kûrahiya dîrokê de veşartî ne”. Û bi ser de “ Paşeroj, her û her hê rastir e “ got û ferman da ku em bîra xwe yê dîrokî zindî û rojane bigrin. Wê çaxê divê em li paşeroja xwe binêrin û li gor vî dahûrandinên xwe bikin. Divê em li ser dîrokê lêkolînê bikin û pirsên rast û xelet ji hev cuda bikin da ku nexşeriya xwe derxînin.
Gilgameş, melikê Ûrûkê ye û dixwaze bikeve erdnigariya asê ya Kurdistanê. Dixwaze bikeve Kurdistanê; ji ber ku darên dirêj û stûr ya dara urzê herî xweş li erdnigariya Kurdistanê hene. Ji ber ku Gilgameş, li erdnigariya Kurdistanê ne serdest e, gelek zehmetiyan dikşîne. Yek jî derbasbûna çiyayên asê ya Kurdistanê jî zehmet e. Mîna îro Dewleta Tirk jî nikare bikeve Kurdistanê. Erdnigariya Kurdistanê destûr nade Gilgameş. Lê pêdivîtiya wî bi dara urzê heye. Ji ber vê jî divê, kesê ku vê erdnigariyê nasdike bibîne û wî bike hevkar an jî cahşê xwe. Yê ku Gilgameş lê digere û dibîne jî şêrê zerdeyan Enkîdû ye. Enkîdû şêrê zerdeyan e û li vê erdnigariyê tenê kesekî heye ku pê bikaribe, ji Enkîdû bihêztir e. Ew jî parêzvanê çiya û daristanan Hûmbaba ye. Gilgameş, mecbûr e ku bi Enkîdû re hevaltî çêke da ku bikeve Kurdistanê. Ji ber ku hişmendiya Gilgameş bi dêk û dolabên serdestiyê û koledariyê ve têjî ye. Gilgameş, Enkîdûyê bi hêsanî dixapîne û Enkîdûyê dike sixûrê xwe. Û dide pêşiya xwe. Enkîdû, di çiya û erdnigariya asê ya Kurdistanê re Gilgameş derbas dike û dibe cihê dara urzan. Lê tiştê ku Gilgameş nizane jî heye; ew jî parêzvanê van çiyayan û daristanan Hûmbaba ye. Ji ber Gilgameş rastî li Hûmbabayê tê û nizane çawa tevbigere, lewma vî karî ji Enkîdûyê sixûr re dihêle. Û ewil Enkîdû êrîş dibe bi Hûmbabayê. Dema Hûmbaba û Enkîdû pêv diçûn, Gilgameş bi qaleşî Hûmbabayê birîndar dike. Lê belê derbeya kujer bi destê Enkîdû ve pêk tê. Piştî mirina Hûmbabayê, daristan û darên urze bi hovane tên talankirin. Û erdnigariya Kurdistanê, bi destê xayînekî ve êdî wê were mêtin. Dibe ku ev çîrok, destanek mîtolojîk be. Ji bo me rastbûn an jî nerastbûna vê çîrokê ne girîng e. A girîng ji bo me, kengî û li ku hatiye nivîsîn û hatiye vegotin e. Û çîrok, di roja me de çi li bîra me tîne, ew girîng e. Di dema xwendina vê çîrokê de kîjan xayîn, kîjan xislet tên bîra me? Em dikarin ji vê çîrokê, dahûrandinên xwe yê îro jî bikin. Gilgameş kî ye? Enkîdû kî ye? Hûmbaba kî ye?
Baran Mawa