Bi taybet gelek bajarên Kurdistanê de bi gelemperî li Tirkiye hilbijêrên xeyalî derket holê. Di avahî û malên ku an hejmarekî kêm tê de dimîne an jî tu kes nîne bi hejmarekî zêde hilbijêr hatine qeyd kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Wekî li hemû hilbijartinan tifaqa faşîst a AKP-MHP ji hilbijartinên 31 Adarê yên herêmî re jî dixwaze dek û dolap tev li bike. Ev çend roje li ser medya civakî û di çapemeniyê de dek û dolapên AKP tê teşhir kirin û bang li YSK tê kirin ku pêşî van hîleyan bigire.
Bi taybet gelek bajarên Kurdistanê de bi gelemperî li Tirkiye di hinek bajaran de hilbijêrên xeyalî ku ne di cihê xwe de ne lê navê wan qeydkiriye derket holê. Di avahî û malên ku an hejmarekî kêm tê de dimîne an jî tu kes nîne bi hejmarekî zêde ku di van avahiyan de dimîne hatine nişandan.
Hate zanîn ku li Êlih’ê di avahiyekî de 189, li Çewlîg’ê di avahiyekî de 229, li Hanê ya navçeya Amed’ê di malekî de 208, li Bedlîs’ê di malekî de 320, li navçeya Colemêrg Çelê’yê di avahiyekî de 600, li navçeya Stenbol Beyoglu’yê di avahiyek vala de 43, li Îdîr di avahiyekî polêsan ku herî zêde 108 kes dikare bimîne de 374, li Colemêrgê de di avahiyekî de 1108 û navçeyên Stenbol Uskudar û Adalar’ê di avahiyan de bi dehan kes wek hilbijêrê sexte hatiye qeydkirin. Her wiha di gelek bajarên cuda de jî hilbijêrên sexte derketin holê.
Bertekên partiyên muxalîf û yê gel li hember van dek û dolapan zêde dibe. Her wiha parlamentaran serî li YSK lê didin ku ev dek û dolap were rakirin. Lê bele hêj jî Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bersivek nedaye van serlêdanan.