Ciwanên Til Koçer nerazîbûna xwe li hemberî qomployên ku li dijî herêmê ve tê çêkirin nîşan dan û teqez kirin ku serkeftina gelên bakûrê Sûriye bi saya vîna wan ya tu destdirêjî li ser axa wan qebûl nake bibe.
TIL KOÇER – Di derbarê gefên dewleta Tirk li ser axa rojava ajansa me nêrînên ciwanên bajirokê Til Koçer ya ku ji bo amadekariya xweparastinê civiyabûn girtin.
Jina ciwan ya bi navê Evîn Osman ji bajarê Til Koçer wiha axivî; ”Em weke ciwan tu carî qomployên ku li dijî axa bakûr û rojhilatê Sûriye ve çêdibe qebûl nakin û em bang li hemû gelê xwe dikin û bi taybet ciwan ku li hemberî destdirêjî û qomployan bisekinin û bibin bersiv ji hemû gefên dewleta Tirk ya dagirker û amadekariyên xwe bikin ji bo parastina axa xwe”
Evîn Osman wiha berdewam kir; ”Civîna îro pir girîng bû di rewşa me ya îro de ji ber ku hin dewlet sîstema qirêj û şerê taybet li ser me dimeşîne em vê civînê pir girîng dibînin.”
Evîn di dawiya axavtina xwe de wiha got; ”Em bang li hemû ciwanên derve dikin ku vegerin axa xwe biparêzin û li hemberî komployan bê deng nemînin û bersiv bidin.”
Her wiha endamê komîta perwerde û fêrkirinê Salih El Ciwan nêrîna xwe wiha anî ser ziman; ”Civîna me ya îro berfireh bû ji bo hemû ciwanan û bi giştî armanca wî ji bo têkbirina qomployên ku jiyana wekhev hedef digre û hemû pêkhateyan, ji ber ku armanca me ewe ku ramana netewa demokratîk di nav gelan de belav bikin.”
Salih wiha berdewan kir; ”Em îro pêşerojeke nû ava bikin bi fikrê ciwanan yê azad û rihê ciwanan. Ciwan ew in xwediyên vîn û hêz e. Em weke ciwanên bakûrê Sûriye çi gef û êrîşên ku li ser me bê emê li hemberî wî bisekinin ji ber ku em bi fikrê jiyana demokrat dijîn.”
Di dawiya axavtina xwe de Salih El Ciwan got ; ”Em bangawazî ji ciwanên derve dikin ku vegerin axa xwe ji dagirkeran biparêzin û serî hildin.”