Ji aliyê Wezareta Karûbarên Hundirîn ve, di navbera 1‘ê Çile û 31‘ê Kanûna 2018‘an de li ser 42 hezar 406 hesaba tora civakî kirarî hatine kirin û ji van li ser 18 hezar 376 hesabê kirariyên qanûnî dane destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji aliyê Wezareta Karûbarên Hundirîn ve, di navbera 1‘ê Çile û 31‘ê Kanûna 2018‘an de li ser 42 hezar 406 hesaba tora civakî kirarî hatine kirin û ji van li ser 18 hezar 376 hesabê kirariyên qanûnî dane destpêkirin.
Xwediyên hesabên tora civakî, bi van îdîayan hatine pirsiyar kirin;
“ Propagandaya terorê kirin, pesandina van rêxistinan, bi van rêxistinan re têkilîdanîn, ji kîn, dijminahî û kerhê re gelsewqkirin, ji mezinên dewletê re heqeretkirin, ji dabeşnebûna tevayiya dewletê û ewlehiya civakê re mebestkirin û gotinên kerhê..“
Di saleke de 7 hezar binçavkirin
Di Xebatgeha Sucên Sîber de, di 11‘ê Kanûna 2018‘an de Wezîrê Karûbarên Hundirîn Suleyman Soylu axivî û got;
” Ji bo ku li ser sucên Înternetê lêkolînê were kirin, me dewriyeyên sanal ên ku 7/24 dixebitin ava kir. “
“ Di vê guncanê de me, di 2018‘an de 110 hezar hesabên ku alîgirên rêxistinê ne şopand û ji van 45 hezar hesab tespît kirin û ji wan jî 7 hezar xwediyên hesaban hatine girtin û radestî meqamên dadmendiyê kirin. “
Li Stenbolê 2 hezar 793 kes
Gerînendeya Ewlehiya Stenbolê ya Beşa Têkoşîna Bi Sucên Sîberê jî di derheqê parvekirinên tora civakî de daxuyanî da û got;
* Kesên ku li ser înternetê û ji hesabên tora civakî, yên ku propagandayê rêxistinê kirine; 750 kes
* Kesên ku ji bîranînên menewî ya Ataturkê û mezinên dewletê re heqeret kirine; 236 kes
* Kesên ku propagandaya FETO/PDYê kirine; 507 kes
* Kesên ku gel provaqe kirine û gel mebest kirine kerh û dijminahiyê; 459 kes
* Di derbarê Operasyona Efrînê de kesên ku propagandaya rêxistinê kirine; 203 kes
* Di derbarê sucên qeçaxçîtiyê de; 81 kes
* Kesên ku propagandaya rêxistina suc ya Adnan Oktarê kirine; 89 kes
* Di firotin û bazirganiya çek ya derveyî qanûnî de; 16 kes
* Di derbarê îstîsmara zarokan de; 7 kes
* Di derbarê xwekujî û peyana xwekujî de; 5 kes
* Di mijarên sucên din de jî 440 kes.
Bi temamî di derbarê 2 hezar 793 xwediyên tora civakî de kiryariyên dadmendî hatine kirin.