Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ)têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civînek lidar xistin û gotin ku wê ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyan bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li wargeha Şehîd Nazê Nayîf Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî (YJCÊ) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan civînek lidar xistin. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Bi dehan ciwan beşdarî civînê bûn.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî Binefiş Gabar axivî û wiha got: “Raste birayê Rêvebertiyê hevdîtinek pêk anî, lê ji bo me hevdîtni tenê têrê nake. Hevdîtin nayê wateya rewşa rêbertî başe, yan jî wê were azad kirin. Heta ku em nebînin ku Rêvebertî hatiye azadkirin, emê nerawestin.”
Gabar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê em ciwanên Êzidî her li ser piyan bin û ji bo her rewşê hazir bin. Erka li ser milê me ciwan û ciwanên Êzidî ewe ku Rêberê xwe şiyar bin. Rêber Apo di bin tecrîdekî giran de ye. Divê em amade bin û li ser piyan bin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Êzidî ye.”
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî Binefş Gabar di dewiya axaftina xwe de wiha got:”Heta ku Rêberê me azad nebe, divê em weke ciwanên Şengalê di nava çalakî, mitîng û meşan de bin.”