Li bajarê Kanada Toronto’yê ciwanê bi navê Yusuf Îba li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan roja yekşemê dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger destpêkir.
KANADA- Li bajarê Kanada Toronto’yê ciwanê bi navê Yusuf Îba li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan roja yekşemê dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger destpêkir. Piştê ku bîranîna Qetlîama Parîsê biryara çalakiyê girt berê jî ketibû greva birçîbûnê yê 5 rojan.
Îba biryara xwe wiha anî ziman; ’’Dewleta AKP êrîşê gelê me dike. Ji dayikan re, ji rojnamegeran re, Ji jinan re êrîş dike. Ji xeynî laşê me tiştek di destê me de nemaye. Ji ber vê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikim.’’
Ciwan Îba ku ji navçeya Agirî Bazîd’ê ye pişte ku dadgehên dewleta Tirk lê ceza birîn 2 meh bere derbasî Kanada’yê bûye.