Enternasyonalan bi dîmenekê piştgiriyê xwe ji Leyla Guven re diyar kirin û gotin demildest tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Enternasyolan ji welatên cuda cuda bi rêya Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) piştgiriyê xwe ji bo berxwedana Leyla Guven diyar kirin. Enternasyonalan xwestin ku tecrîda giran li ser Rêberê Gelan abdullah OCalan demildest were rakirin û xwestekên çalakvanên greva birçîbûnê were pejirandin. Enternasyonalên ku piştgiriya xwe kirin ji welatên Bask, Katalonya, îtalya û Îngîlîstan’ê ne.