Bi bangawaziyê Tevgera Ciwanên Şoreşger jin u xortên Kurd li bajarê Bonn ê derketin qadan.
BONN- Tevgera ciwanên șoreșger, ji bo piştgiriya Leyla Guven u hemû çalakvanên di greva birçîbunê de Kurdistanî u enternasyonalistên ku li wîlayeta almanyayê NRW ê dijîn bi lezgînî bangawaziyê çalakiyan kir.
Bi bangawaziyê jin u xortên Kurd li bajarê Bonn ê derketin qadan. Çalakvanan anin ziman ku greva bi pêșengtiya Leyla Guven didomin gihiștiye merhaleyekî girîng. Dibe ku vegera rewşa têdeyî ne mumkûn be. Divê bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger hemû gelên me bi rêhevalên di greva birçîbunê re dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibin mertal. Bi vê mebestê divê hemû kolanên avrupa bibe qadên berxwedanê.
Ciwanên Şoreşgêr anîn ziman ku her roj wê çalakiyên xwe bidomînin û çalakiyên xwe pêş bixin.