Li navçeya Amed Rezan’ê di taxa Yenîkoşk’ê di seatên êvarê de polêsên dagirker ên Tirk du ciwanan bi çek xistiye.
AMED- Hate zanîn ku li navçeya Amed Rezan’ê di taxa Yenîkoşk’ê di seatên êvarê de polêsên dagirker ên Tirk du ciwanan bi çek xistiye. Cihê ku ciwan hatin xistin ji aliyê Rangerê wan hatiye dorpêç kirin. Polêsên Lêkolînên hatiye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.
Nehat zanîn ku ciwan kî ne û ji ber çi hatine xistin. Ji ciwanan yek di cihê bûyerê ji jiyana xwe dest daye û ciwanek jî birîndar rakirine nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ê Perwerde û Lêkolînê.
Di derheqa mijarê de me xwe gihand berpirsiyarên nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ê Perwerde û Lêkolînê, lê gotin ku nikarin agahî bidin.