NAVENDA NÛÇEYAN
Gilgameş tîran û zordarê dema xwe ye. Ango desthilate . Gilgameş nûnertiya hişmendiya serdestan dike. Û Pêşengê şaristaniya sinifê ye. Yanê damezrênerê şaristaniyê ye. Fermandarê şaristaniya hemû nebaşî, bêedaletî, mijokerî û kedxwariyê ye. Nûner û belavekirê şaristaniyê ye. Di vê demê de jî hemû hêzên hegemon jê îlham digirin. Welatên ku şaristaniya dewletperestiyê hişk e hişk diparêzin ên wek ABD-Rûsya û welatên Ewropayê hemû koka wan dighêje Gilgameş’ê.
Enkîdu, li çol û deştên Kurdistanê de gihîştiye û fersenda jîyan kirinê dîtiye. Îxanet dayîka xwe ya heqîqî kiriye. Sembola îxanetê ye. Wekî MARDUK’ê mîtolojiya Misrê ye. Welatê xwe û axa xwe mêtinkaran re pêşkêş kiriye. Xwedî kesayete wisa ye ku welatê xwe xerîb ketiye û çareseriyê heval û dostê mêtinkar de dibîne. Çiqas zehf dişibe xayînê vê demê. Mîna PDK’ê, mîna YNK’ê, mîna ENKS’ê û mîna Kurdê bi qeşmerî hevkarîya AKP’ê dikin. Ger Enkîdu sembola îxanetê be xayîn û hevkarê wek PDK, YNK û ENKS jî neviyê îxanetê ne. Şopdarê kevneşopiya îxanetê ne.
Hunbaba, sembola Egîd’iya Kurdistanê ye. Kevneşopiya Egîd’iyê hêza xwe ji berxwedêrî û camêrî ya Hunbaba wergirtiye. Hunbaba navê rê nedan a mêtingerî, îxanet û hevkariyê ye. Hunbaba Pîvana welatparêziyê ye. Serfermandarê Egîd, Kemal, Mazlûm û Çiyager’ên vê demê ye. Mînaka welatparêziyê a pêşîn e. Wekî Mehmet Tunç, wekî Pakîze Nayir, wekî Asya Yuksel. Wekî dayîka Hunbaba jî dayîka Taybet.
Di vê kurte rêwîtiya dîrokê de ez zen dikim ku destpêka îxanetê li kuderê çêbûye û şikestin li kuderê hatiye jiyan kirin hate tespît kirin. Beriya Gilhameşê ji dibe ku îxanet hatibe jiyîn. Lê belê çawa tê zanîn ku destana yekem e û ji ber ku axa Kurdistanê de hatiye jiyîn destana Gilgameşê ji bo me fêrker e. Zerengiyek e destanê din jî dirûvtiya xayîn û mêtingerê niha û kesayetên wê demê ne. Em dikarin destana Gilgameşê wek dîrokê heya niha gihaştina 3 toximê ku hatine avêtin binêrin û dikarin bibêjin Toximê mêtingeriyê, Toximê îxanet û hevkariyê û di pêvajoya şaristaniya demokratîk de toximê berxwedan û qehremaniyê li vir hatiye avêtin.
Her toxim fêkiyê xwe dide. ji toximê sêvê mûz çênabe. Ji îxanetê qehremanî dernayê. Ji toximê îxanetê her dem îxanetê çêdike. Gelên berxwedêr jî qehremana zayîn dikin. Yanê ger îxanet û qehremanî dijberê hev bin mêtingerî jî wek nexweşiyeke dikeve mêjî ye. Yên jar, hêjar û lewaz dixîne û hember gel û welatê wî bi kar tîne. Yanê em dikarin mêtingeriyê wek kesekî ku kozikê de hêviya fersendê bisekine binirxînin. Çimkî vê demê de mêtingerî herî zêde hevkar û xayînên xwecihî sûd digre. Ger hêzeke mêtinger piştevaniyê xwecihî û îxanetê negire nikare di welatê tê de mêtingeriyê dike zêde jiyan bike. Ji bo wê tiştên baş ên ku mêtingerî dike yek jî avakirina îxanet û hevkariya xwecihî ye. Xebatek e herî stratejîk dibîne. Avakirina cîgirê xayîn û hevkaran jî tu caran îhmal nake. Çimkî mêtinger jî ên ku gel û welatên xwe re îxanet kirine ra demên dirêj xebat nake. Wê xeletî yê nake.
Di van rojê dawî de ji ber femkirina polîtîka mêtingera ya bi “Kuçika li hev bide kuştin” di kuçêyê xayînan de teşqele heye. Rewşa wan pir xedar e. Rewşa wan wêne ya ketîbûnê ye. Yanê rewşa wan rewşa xayînên ku bi rastî xayîntiyê hatine ye. Wisa ye ku sembola îxanetê ya vî wextî PDK û malbata Barzanî jî wêrekiyê nîşan dikin û dibêjin xençera îxanetê li pişta me ket. Hewceye îxaneta li xayîna hatiye kirin zêde neêşîne. Ji ber ku salan e xwîna vî gelî dimêjin û mêtingeran re pêşkêş dikin ev xençera li PDK û malbata Barzanî re kêm e jî. Mêtingera mirin nîşanî malbata Barzanî kir û ta yê qayîl kirin. Birîndar kirin lê ne kuştin. Yanê kirine di nav îxanetek e bêtir mezin û bêtir bitalûke. Di dawiya dawî de ta jî cureyekî mirinê ye. Yanê rewşa Barzanî û malbata Barzanî rewşa miriyê zindî ye. Êdî tu kes qedr û qîmetê nade wan û wan cidî nabîne. Barzaniyê ku êdî di nav eşîra xwe de jî nayê hezkirin xeyala wî ya serokatiya gel qediya, xilas bû. Yanê sifir jî qedand ji pertav ketin û bêtaqet man. Rewşa Barzanî û malbata wî ev e. Yek jî hin xayîn hene li ba xayîna xweyî dibin halê wan hê zehf zêde xirab e. Dibe ku mirov vê pirsê bipirse; Xayîntî ji îxanetê xweyî dibe an na? Bêguman dikare xweyî be. Hem jî wisa xweyî dibe ku halê wan re gotin çênabe. Xayînê mezin zehftir çek a îxanetê hembêz dike. Û wan kesan heta wê rojê di nav civakê de ti qîmet nedîtine û yên kû civakê di nav xwe derxistiye ew kesin. Kesên ku tu carî kêrî ciwaka xwe nehatinê rê ya çeka îxanetê bijirîn. Mêtingera di her derê Kurdistanê de rola rêxistinkirina tora îxanet û hevkariyê dane pêşiya PDK’ê. Ji xwe Başûr û Rojava ev tor heye. PDK, Bakûr, Rojhilat û Şingalê îxanetê rêxistin dike. Grubên piçûk bi xayîna ava dike û toximê îxanetê li her derê Kurdistanê direşîne. Li Rojhilatê Komala Demokrat, li Rojava ENKS, li Bakûr jî an piştgriyê dide rêxistinê xayîn û hevkar an jî rêxistinê nû ava dike. Van hemûya jî ji bo eşîra xwe û di nav eşîrê de jî ji bo cihê malbata xwe dike.
Mixabin tora îxanetê tenê bi PDK’ê ve sînorkirî nîne. Li jor me çawa got mêtinger her dem xayîn û hevkarên cîgir ji xwe re amade digirin. Henek ji wan jî di nav rêxistinê wek AKP, CHP û MHP’ê nûnerên faşîzma spî, reş û hêşîn de cih digirin. Ev nûnerên faşizma spi, reş û hêşîn AKP, CHP û MHP jî bi saya vê tora îxanetê rantê dest dixin. Bi taybetî jî rêxistinên wek AKP’ê di vê tora îxanetê de gelek feyde dibînin em vê baş dizanin. AKP tenê dikaribû bi îxanet û hevkariyê bikeve Kurdistanê û ev jî baş bi kar anî. Mehmet Metîner, Galîp Ensarîoglu, Orhan Mîroglu, Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker û hin kesên din ên xayîn ve AKP kete Kurdistanê. Ev kesan di nav civaka Kurd de tu cihekî wan bi rêzdar tinne û nûnertiya qisimê ku bi nexweşî tê nav kirin dikin. Di dawiyê de gel ew cihê nexweş the laşê xwe derxist û avêt.
Ger ev gruba xayîn nebûya mêtingera wek AKP’ê hov nikaribû bi vî awayî bikeve Kurdistanê. Ev grûba xayîn bû pêşgava AKP’ê ku bikeve Kurdistanê. Çiqas zehf dişibîn Enkîdû yê dîrokê. Enkîdû jî wê demê di civakê de nûnertiya qisimê nexweş dikir û li civakê hatibû avêtin.
Bila baş bê zanîn ku hemû serkeftinê mêtingeriyê de hebûna xayîn û hevkara diyarker e. Ku bibêjin mêtingerî xwedî evqas teknîke û hezaran leşkerê wê hene û bi hêza îktidarê serketiye ev hem kêm e hem jî şaşitî ye. Bandora wan heye lê ya herî diyarker hevkariyê xwecihi û grûbên îxanetê ne.
Serokatî ji bo îxanetê ” Bîra bê binî ye” tespît kir. Û herdem ji bo em hember vê tedbîr bigrin gelek cara wek bi lêdanê kire serê me. Madem ku îxanet bîra bê binî ye wê demê hewceye em pêşiya avê bigrin ev ji bêguman peywira me ye. Ên ku dixwazin ji vê bîrê avê derbixin emê kevir û xwelî çi hebe bikine stîla wan û vê bîra bê binî awayekî bigrin. Yanê hewceye ku îxanet û hevkarî dî vê bîrê de bê xeniqandin. Av hildana toximê îxanetê asteng bikin. Koka wê ziha bikin. Pêwîst e ku nûnerên îxanetê ên dawi bê av bihêlin. Ango xayina di “Kuçeyê Îxanetê de” bigre û bikuje.
BARAN MAWA