Tevgera Ciwanên Şoreşger duh şevê li bajarê Swêd Gavle’yê dêrekî dagir kirin û li ser dêrê ala PKK daliqandin.
SWÊD- Tevgera Ciwanên Şoreşger duh şevê li bajarê Swêd Gavle’yê dêrekî dagir kirin û li ser dêrê ala PKK daliqandin. Ala PKK heya sibê li ser dêrê daliqandî ma. Ji aliyê din endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku heya tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe di rewşa çalakiyê de bibin.
Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanan kir ku bi şiyara ”Tecrîdê bişikîne, faşîzmê birûxîne û Kurdistan azad bike” ve tev li çalakiyên 19 Çileyê bin.