Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad daxuyaniyekê hevpar dan û banga tevlîbûna çalakiyên 19 û 20 Çîle yê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad daxuyaniyekê hevpar dan û banga tevlîbûna çalakiyên 19 û 20 Çîle yê kirin. Çalakiyên ku bi hedefa milyonan Ciwan derkeve qadan ji bo armanca piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengtî dike were kirin. Welatên derveyî Fransa li hemû Ewropa di 19ê Çileyê de, Fransa jî tê de çar parçayên Kurdistanê jî di 20 Çileyê de çalakî were li dar xistin.
Tevgerên Ciwanan di daxuyaniya xwe yê nivîskî de anîn ziman ku êdî Modernîteya Kapîtalîst hatiye asta tunebûnê jiber vê jî ewqas êrîşkar tevdigere û tenê alternatîfekî heye ew jî civakên azad a ku xwe bi paradigmayên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwe rêxistin dike. Di daxuyaniya nivîskî de tê gotin ku “ Berdwamiya Qomployên navnetewî Pergala Îşkenceya Îmraliyê tam jî Navenda vê êrîşande ye”. Di daxuyaniya ku hate dayîn de bal tê kişandin ku yê ku encamê diyar bike têkoşîna ciwanan e û wiha berdewam dike “Teceîda ku di kesayete Rêbertiya me de tê meşanadin ji hemû gelên Kurdistanê re ferz tê kirin û têkiliya me ya bi Rêbertî re tê xwestin ku qut bibe. Tecrîd jî tecrîd pejirandin jî sucê mirovahiye. Yê ku tenê ji ciwanan re maye tenê Serî Hildan e. Em ê tu carî destûr nedin ku bêyî Rêber Apo jiyîn were normalîze kirin! Bi şiyara “Me bi ciwantî destpêkir em ê ciwantî serbikevin” di destpêkê de em Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, heya em ser bikevin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo şer bikin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Rejîma hevkar a AKP-MHP’ê bi ruhê xwe xilaskirinê êrîşî her alî dike. Êrîş dibe ser hemû nirxên gelê Kurd û dixwaze di yek carê de tine bike. Êrîşên li ser destketiyên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me ku ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî û ji nû ve gelê Kurd zindî kir, her diçin hov û didomin.
Sîstema Îmralî ya ku dewama komploya navdewletî ye di navenda van êrîşan de ye. Di kesayeta Rêbertiya me de tecrîda li ser Gelê Kurd dide kirin, dixwaze girêdana em ya bi Rêbertiya me re qût bike. Tecrîd û tecrîdqebûlkirin sûcekî yê mirovahiyê ye; ya ji bo me ciwanan jî dimîne, rêya rûmetê serî hildan e. Em rê nadin ku jiyaneke bê Rêbertiya me li ser me bidin ferzkirin. Bi sirûda ‘Me bi ciwanî destpêkir em ê bi ciwanî bi ser bixin’ di ser de em jinên ciwan û ciwan ên Kurdistanê heta serketinê emê ji azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe şer bikin.
Têkoşîna bi pêşengtiya hevrê Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 70’ê na de her diçe krîtîk dibe. Yên ku ji bo xwe dibêjin em Kurdin an jinên ciwan an ciwan in divê baş bizanin; ev berxwedana bi heybet dibe encamên ku ti car bi paşve neîne bixwe re bîne. Rêdayîna tişek wiha li ber çavê xwe, tê wateya xiyanet li nirxên xwe kirinê. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li Zindanan, Hewlêr, Galler, Kanada û Strasboûrgê dewam dikin. Êdî em ciwanên Kurdistanê û şoreşgerên enternasyonalîst bi rolên xwe yên dîrokî rabin û bikevin tevgerê.
Li ser vî bingehî; bi sirûda ‘Li dijî tecrîdê em serî hildidin’ 19-20’ê Çileyê di serî de bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê, derveyîwelat û ciwanên enternasyonalîst dikin ku dakevin qadan.”