Li gorî agahiyên Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê, di teqîna îro li kolana Sindisê de pêk hatî, 3 leşkerên Amerîkî mir, du şervanên bi wan re jî tê de û 10 kes şehîd bûn.
MINBIC- Li kolana Sindis a li navenda bajarê Minbicê, li pêşberî xwaringeha Qeser El Umerayê saet di 12:38‘an de teqînek pêk hat.
Kamereya çavdêriya dikanekî di demê teqînê de vekirî bû û dîmenê teqîna ku li kolana Sindis a Minbicê kişand.
Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, erebeyên ambulansê û agirkujê yekser berê xwe dane cihê bûyerê û tedbîr girtin. Di heman de hîlîkopeterên Amerîkayê û dewriyeyê çûne cihê bûyerê.
Hîlîkopeterên Amerîkaiyê li nêzî Stada Beledî ya li rex cihê teqînê û leşkerên Amerîkî yên li cihê teqînê rakirin.
Rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Ehmed Hîto diyar kir ku di nav de 3 leşkerên Amerîkayê û şervanên bi wan re, 13 kes şehîd bûn û 18 kes birîndar bûn. Ehmed Hîto got, rewşa 5 birîndaran giran e.
Ji ber teqînê ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên sivîlan.
Çeteyên DAIŞ‘ê teqîn girtin ser xwe.