Civak ger xwedî hêzek pêşeng ku dikaribe wê biguhirîne û veguhestîne be, potansiyelê wî wê derkeve. Ciwan bi qasê berpirsiyartiya xwe ya dikeve ser milê wî/ê pêk anîbe û rolê xwe ya pêşengtî re xwedî derketiye ewqas bûye civakî û kariye pergal biguhêrîne. Ji bo ciwan nebe civakî û potansiyela ku dikare pergalê biguhêrîne dernexe holê her cure polîtîkayên qirêj û derveyî exleqî xistine dewreyê. Rejîma faşîst ji bo karektera ciwanan ê dijber, dînamîk û refleksa wî/ê ya ku pêkanîn derweyî exlaqî û lêpirsîna wî ya li dijî taybetiya pergalê bikaribe bixe xîzmeta xwe hemû leyîstokên xwe dixe dewreyê. Pergala qirêj hewl dide ku bi rêya rêbazên psîkolojîk, qedexeyan û zextan ciwan negihêjin seknekî şoreşgerî dixwaze wî/ê dejenere bike. Piştre jî bi şêwazekî bipergal kesayeta şoreşgerî yên ciwanan ji holê radike . Li hember van polîtîkayên dejenere kirinê ciwanan carina nekariye xwe biparêze û bi belavbûna rêxistînî hatiye astekî ku pergal pêşbînî dikir. Modernîteya Kapîtalîst ev polîtîkayên xwe ji ber karaktera ciwanan a ku hêza fikrandina zanistî, kesayeta lêkolîner, têrkeriya zû fêrbûnê û xwedîbûna potansiyelekî çawanî heye dikare ji ber taybetmendiyên ciwanan ên erênî ku me behs kir ciwanan zû bixe bandora xwe.
Li dijî Tevgera Azadiyê têkoşîna TC ya faşîst ne ji têkoşînekê rêzê ye û bi tevahî sazîbûyina xwe bi rêbazên xwe yê şerê taybet şerekî dimeşîne. Derdorê ku herî dînamîk û hêza pêşeng ya civakê ye ciwan yê ku herî zêde di bin bandora polîtîkayên şerê taybet dimînê ye. Şerê taybet ku em diyar dikin me mijarekî ji rêzê ye û pêwîste mirov kûr û biberfirehî bigire dest. Ciwanên ku li her derê rastê şerê taybet a rejîmê ya ku guherîner û bipergal e tên û bi vê ya tê xwestin ku ciwan werin dejenere kirin. Ciwanan heya baş di fêmkirina çawa di bin çerçoqê şerê taybet de ne nebin nikarin polîtîkayên şerê taybet vala derxînin. Pêwîste em kûrtir mijara polîtîkayên şerê taybet a ku li ser ciwanan tê meşandin, rêbaza wî, armanca wî û asta encamgirtina wî vekin ku li dijî êrîşên pergalê çawa bisekinin baş fêm bikin. Ciwanên ku nikarin şerê qirêj a ku li ser wî tê meşandin bibîne ji dejenerebûnê nikarin xwe rizgar bikin û her biçe ku ji nirxên civakê xwe dûr bimîne û bibe “koleya serîtewandiyek” ê pergalê.
Şer, ne çalakiyekî tundiyê ku di navbera mirovan de derkeve ye. Şer; di navbera dewletan, welatan û an jî di nav welatekî de di navbera koman de têkoşîna giştî yê çekdarî ye. Hêj zêdetir zelal mirov bêje şer neyarên ku bi rêya tundiya çekê vîna hevdu şikandine. Her çiqas şer falliyetekî ku bi rêya çekê tê kiribin jî, şer di heman demê de ji bo hev du bikaribin dev jê berxwedanê xwe bidin berdan jibo di milê maddî û manevî de zirar bidin hevdû rêbazekî bêçekdarî tê qebûlkirin. Di vê milê ger em şer tenê tevgereke tundiya çekdarî pênase bikin wê demê şer têkoşîneke ku neyaran hev du di qadên şer de tên pêşberê hev û heya ku destên wan tê hev du armanç dikin ku tune bikin wê were fêm kirin. Lê ev tenê aliyê şer a çekdarî ye. Di rastiyê de şer ne tenê têkoşîneke di milê leşkerî de tê meşandin e, têkoşîneke bi hemû hemanên xwe dispêre çekdarî-bêçekdarî û têkoşîneke ekonomîk, siyasî, dîplomatîk, bîrdozî, çandî, psîkolojîk hwd. Têkoşîneke ji her milê ve û her cepheyê ve tê meşandin e. Di sedsala 21. de şerê ku vana dihewînê re em dibêjin şerê taybet.
Diyarde ya ku em wek şerê taybet dibînin di her dema şaristanî ya çînî de ji bo zext û zordarîyê wek amûr bi kar hatiye. Bi nave kî din şerekî bêqayde ye. Bêexlaqî ya ku dike tevî mubah dibîne. Şerekî ku ji bo sermiyanê xwe zêde bike çi bi dest were dike, xulamtiya bê dawî li mirovan ferz dike û tu rê û rêbazê nasnake. Çawa ku Serok APO jî diyar kir pêwîste êrîşê li dijî civakê hemû wek şerê taybet binirxînin. Ji ber vê yekê şerê taybet bi destê serdest û mêtingera li hember civakê îlama şerê di her qadê jiyanê de dimeşe dide nîşan. Ya ku bala mijara me dikşîne bi aliyê şerê taybet de hedef girtina civakê ye. Civak hêzek dînamîk e. Hebûna xwe bi her awayî diparêze û dixwaze berdewam bike. Ji bo civak hebûna xwe berdewam bike pêwiste ku ziman û çanda xwe biparêze. Ev jî li hember pergala kapitalîst asteng a herî mezin dide nîşan. Di vê dema ku tekparêzî dixwaze ziman, çand û kevneşopiyê bike yek fêmkirin a şerê taybet gelekî girîng e. Ji ber ku yê pêşeroja civakê temîn bike û bighîne neslekî din ciwan in. Ji bo vê di rêxistina ciwanan de teriqîn çêbe bêviyanî, xerîbketin a xwe û civakê, bêrehî û wendabûna civak a ku ciwan tê de bê şik e. Komkujiya çandê ev e. Ji xwe armanca şerê taybet hundirê rastiya ciwana vala bike û bişavtina çandê re rû bi rû bihêle. Ciwanên bişavtî bûyî heman demê de bêîrade dibe. Kesê ku îrada wî tunneye ne pêkane ji civakê re bibe pêşeng. Beralîkirinê re vekiriye. Bi kurtasî girse ya pergala kapîtalîst a ku nikare bifikire, dîrektifa wek robot bîne cih, pirsiyarî kirinê dûr, nikare rastî û xeletiyê fam bike, jiyanek e teng dixwaze û serkêş temam dibe. Ev rewşa ji bo ciwanê Kurdistanê jî derbasdar e.
Şerê taybet ê ku Kurdistanê dimeşe, ciwan kiriye di nav kozika xwe. Heta şerê taybet ê ku li ser ciwanên Kurd dimeşe li gorî welatên din hê ji zirav e û encamê digire. Di aliyekî de sekna Kurda ya derbarê azadî û demokrasiyê ya biheter, di aliyê din jî sekna dewletê ya li hember vê seknê tê wate ya xilas bûna azadî û demokrasiyê, pratîkên şerê taybet ê kurdistanê dimeşe bêtir dewlemend kiriye. Pratîkên li ser ciwanê kurd tên ceribandin li ser kobaya jî nehatiye ceribandin. Bi van pratîkan ve tê xwestin ku ciwan ji civakê biqetîn.
Feraseta dîrok û civakê berovajî bûye, hatiye halê jiyanek e ku enerjiya wê dejenere bû ye. Tiryak, şaşwazî, biyanîbûn, dûrketina nirx a, hişmendiya berevajî, qebzîtiya ramanî, jiyanek dejenere, çêkirinê dûr ketin, her dem serfkar, bê reh mayî, ziman û çanda xwe fedîker, kesayetê ciwanê Kurd re vê rewa dibînin. Ev hişmendiya bi amûrên qirêj ve li pey armanca qirêj diçe wek gotina “goştê wê/î yê te hestiyê wê/i yê min” şer bi taybetî bilind dike.
Wê Bidome….
Baran Mawa