Tevgera ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmur Banga Meşa Mezina 20’e Çile kir.
MEXMÛR- Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr ji bo Tecrîda ser Rebêrê xwe bişkînin banga Meşa 20 Çilê ya ciwanan kirin.Berdevkê Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Nûda Alturk ji ajansameya Nuçe ciwan re axifi û Bang li hemû Jinên Ciwan kir û got; Em wek Tevgera Jinên Ciwan di serîda Tecrîda girankiriya li ser Rebêrtiya me qebûl nakin û heya kû em Rebêrtiya xwe ji zindanên dewletên dagirker dernexînin, em ê hertim di nav çalakiyade bin. Rebêr Apo ji bo Gelê Kurd jiyanekî bi rûmete, Gelê Kurd bi Rebêr Apo re heyê û web i Rebêr Apo re azad jiyan bikê. Armanca meşa meya 20 çilê ew ê kû ji bo em li herderê denge xwe bilind bikin û li Rebêrtiya xwe xwedî derbikevin.”
“GER EM DIBEJIN CIWAN FEDAIYÊ REBÊR APO NE PEWISTE EM LI QADAN BIN”
Her wiha Alturk bang li jinên ciwan kir kû; “Bi taybet Jinên Ciwan pewîste meşa 20 Çilê li qadan bin. Ji ber kû Rebêr Apo deriye jiyanek nû ji jinan re vekiriyê. Herî zede li Rebêrtî xwedî derbikevin Jinên Ciwanin, herî zêde li hember tecrîdê tekoşîn bike jî Jinên Ciwan in. Pewiste em wek Ciwan û wek Jinên Ciwan roja 20 çilê bi meşek heybet em beşdar bûyîna xwe çebikin. Meşek heybet nîşanê cihanê û dijmin bidin. Ger em dibêjin ‘Ciwan Fedaiyê Rebêr Apo ne’, bi vînek xurt, bi biryardariyekî xurt tevlîbuyîna xwe ya xurt tevlî meşe bibin.” Alturk bang li hemû Ciwanên Kurd kir kû; ‘’Hemû Ciwanên Kurd e kû lî çar parçe Kurdistanê jiyan dikin û li derveyê Welat jiyan dikin bila biherikin qadan.”
“LI HEMBER TECRÎDÊ BEDENG MAYÎN, HEVKARTIYA DIJMIN KIRINÊ”
Dîsa berdevkê Tevgera Ciwanên Mexmûr Bedran Yoruk banga meşa 20 Çile kir û got; ”Em wek Tevgera Ciwanên Mexmûr, tecrîda girankiriya li ser Rebêr Apo şermezar dikin. Banga hemû Ciwan dikin kû divê xwedî li Rebêrtiya xwe derbikevin. Rebêrtiya me ew çend salin dîl hatiyê girtin û di deste dijmin deyê. Dive ciwanên Kurdistanê li hember vî Tecrîde bedeng neminin û Serî hilbidin. Ji ber vî jî meşa kû ji bo şikandina tecrida ser Rebêrtî 20 çile da were li darxistin pewîste hemû ciwanên Kurdistanê xwedî li Rebêrtiya xwe derbikevin û bila beşdarbûyîna xwe ya vî meşe çe bikin.”
Her wiha Yoruk da diyar kirin kû; ”Li hember tecrîdê bedeng mayîn, hevkartiya dijmin kirina pewiste ciwan bi xurt tevlîbuyîna xwe ya ve meşe bersivek xurt bidin dijmin û hevkarên wan.”
NC/ NEWROZ TEKİN-DILXWAZ YUKSEK