Ji Meclîsa Leşkerî yên Minbîc’ê di derheqa teqînê de daxuyanî

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê teqînê de daxuyaniyek weşand û sersaxî ji malbatên leşkerên Amerîkayê û malbatên hemû qurbaniyên teqînê re xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN- Îro saet di 12:38‘an de li kolana Sindis a li navenda bajarê Minbicê, li pêşberî xwaringeha Qeser El Umerayê teqînek pêk hat. Di teqînê de di nav de 4 leşkerên DYA‘yê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 jî birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê teqînê de daxuyaniyek weşand û sersaxî ji malbatên leşkerên Amerîkayê û malbatên hemû qurbaniyên teqînê re xwest.

Daxuyanî wiha ye;

“Careke de teror ewlehî û aramiya bajarê Minbicê û welatî û şervanên wê yên ku di rizgarkirina herêmê de ked dane, dike hedef.

Wekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, em vê kiryarê hovane bi tundî şermezar dikin. Êrîşa ku îro hate kirin careke din diyar dike ku terorîst hîn dikarin çalakiyên xwe pêk bînin. Lewma ji me ferz dike ku em erka xwe ya exlaqî û ewlehî bi mebesta xelaskirina gelê xwe û cîhanê ji hêzên tarî dewam bikin. Em teqez dikin ku ev kiryar îradeya me naşkîne, berevajî wê hêz û îsrara me ya têkbirina planên terorîstan ku hewl didin ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin zêde dike û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî asta parastinê xurt bikin.

Diyar e ku terorîst aştî û ewlehiya herêmê dikin hedef û xeteriya wan hîn jî bi dawî nebûye. Li ser vê yekê em têkoşîna li hemberî wan dewam bikin ta hemû komployên wan ên têkbirina ewlehiya herêmên rizgarkirî vala derxînin.

Şehîd narimin û ji birîndaran re şîfa lezgîn.”

Nivîsa Pêş