Gelê Kurdistanê 2019ê bi berxwedanê pêşwazî kir. Ev jî tê wê wateyê ku tişta ku mora xwe 2019’an bide dê ev rastiya bibe. Berxwedana ku ji girtîgehan bilind dibe çawa ku beriya niha bibû, caxên hesinî, diwarên kevirî, têlên dirîhî yê gav bike, her derê Kurdistanê, serî de metropolên yê bajarên Tirkiyeyê dorpêç bike û faşîzma AKP-MHPê hilweşîne. Bi vê jî tecrîda li ser Rêber Apo dê hilweşe. Ev berxwedana di girtîgehan de bilind dibe xeta berxwedan û kevneşopiya gelê Kurdistanê temsîl dike. Çawa ku beriya niha bibû, bivê nevê yê encameke wiha derxe holê.
Dibe ku hinek kes ev berxwedana li girtîgehan tê jiyîn bi tenê ciyên ku pêk tê sînordar dihesibînin. Bêguman ev bi tevahî têkildarê bergeha wan e. Yan jî bi diyarbûna vê, derbirîna rastiyekê tu tiştî îfade nake. Ku çewtiya vê jî bi caran hatiye îspat kirin. Yên ku rastiya berxwedana girtîgehan a piştî cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an dizanin û tînin bîra xwe vê yekê pir baş dizanin. Ji her kesî bêhtir serî de vê rastiyê yên ku hatine girtin û yên ku Kurdistan û Tirkiyeyê kirine zindan re derbasdar e.
Em dikarin bibêjin di navbera pêvajoya ku piştî cûntaya faşîst a 12’ê Îlona 1980an û tiştên wê demê hatine jiyîn û ya îro de tu cudahî tune ye. Hê bi ser de em dikarin bibêjin heyna niha û tiştên tê jiyîn qat bi qat ya dema 12’ê îlonê zêdetir e.
Rastiya zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî vê yekê dibeliyîne. Îro hejmara zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê û girtiyên van zindanan de ya 12’ê îlonê qat bi qat derbas bûye. Şoreşger, demoqrat û dîsa kê li hember faşîzma AKP-MHPê dijatî dike di girtîgehan de girtîne û hê jî têne girtin. Wisa ye ku faşîzma AKP-MHPê naxwaze ku kesek li hember wan siyasetê bike, gotinekî bibêje û ji ber vê jî kê bibînin xwe jê nadin paş ku nevêjin girtîgehan. Her wiha faşîzma AKP-MHPê li Kurdistan û Tirkiyeyê naxwazin ku xêncî xwe, alîgir û hevkarên xwe kesekê/î li der ve bihêlin.
Generalên faşîst yên 12ê îlonê ku ji wan rojan ve faşîzma AKP-MHPê ji bo îro amade kirine jî wisa kiribûn. Lê dema vê yekê kiribûn jî wekî “Ba çandin, bahoz çinîn”ê xwe li hember rûxandineke mezin nikaribûn bifilitînin. Sedema rast hatina hilweşandineke wiha ya generalên faşîst yên 12’ê îlonê berxwedanên li zindanan û vejendina çirûska wê ya guherîbû agirekî pir mezin bû. Tam jî dema ku digotin “her tişt bi dawî bû”,”êdî careke din nikarin serê xwe rakin” de rastî rûxandineke wiha mabûn.
Faşîzma AKP-MHPê jî yê nikaribe xwe bifilitîne ji heman aqûbetê. Xêncî vê tu alternatîfeke wan jî tune ye. Ligel rastiyeke wiha, gelek faktorên xwe pê bixapînin jî dibe ku hebe. Bi ser de dibe ku xwe gelek bi hêz jî bihesibînin. Dibe ku hê jî nedaniba kolan û qadan a ber êgir cesaretê dide wan. Generalên faşîst yên 12’ê îlonê jî wisa fikirîbûn. Lê belê paşê çi bibû? Agirê ku bi vejendina çirûska berxwedanê a li girtîgehan bû sedem û çawa ku li her derê Kurdistanê dorpêç kir wisa jî li Tirkiyeyê pêşî li şoreşger, hêzên demoqratîk, bindest, kesên ku keda wan tê xwarin, nasname, bawerî û çandên ku bûne yên din vebûbû û divê bû wisa jî bibe.
Îro jî li Kurdistan û Tirkiyeyê em bi rastiyeke wiha ve rû bi rû mane. Çawa Kurdistan û Tirkiye bi giştî qelibandine girtîgehê, civakê, baweriyên cuda yên gelan, nasname û çandan, pêşengên jinan, ciwanan, kedkaran, yên ku siyasetê dikin, şoreşger, hêzên demoqratîk di jêrzemînên/bîrên reş û tarî yê vê girtîgehê de hatine girtin. Niha ev der bûne navendên berxwedanê. Ji xêncî vê jiyîna rastiyeke din jî ne pêkan e. Rêber Apo di nav dîlîtiya 20 salî zêdetir e bûye xweyiyê berxwedaneke wiha, erk û berpirsyariya xwe aniye bi cî.
Leyla Guvena ku parlamentera Colemêrgê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK)e, berxwedana bêhempa a Rêber Apo ya li Îmraliyê nîşan kiriye, wek çirûskeke deştê daye ber êgir hemû zindanan, Kurdistan, Tirkiye û serî de Ewropa ku ciyê Kurdistanî lê dijîn feşartiye. Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven daye destpêkirin di rojên 70’yî de ye. Leyla Guvena ku ya herî pêş de vê greva birçîbûnê daye destpêkirin di nav rojên 70’yî de bûye berxwedana bi sedan girtiyan, ji derveyî zindanan de jî bi awayekî girseyî dengvedaye. Bi vê ve jî sînordar nabe û yê hê jî belav bibe û dawiya 12ê Îlona 1980an û mîna sala 2012an yê rengê xwe bide 2019’an. Bi vê ve jî namîne. 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê her sê jinên şoreşger yên Kurdistanî ku hatibûn qetl kirin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemezê di 7’emîn, di 4’ê Çileya 2016’an de li Sîlopyayê dîsa her sê jinên Kurd ku hatibûn qetl kirin; Sêvê Demir, Fatma Ûyar, Pakîze Nayirê jî di 3’yemîn salvegera qetl kirina wan de dê silav bike û yê rêyê nîşan bike ku çawa bi dilsozî bîreweriya wan ve girêdayî bê mayîn.
Hemû hêzên sosyalîst, şoreşger, demoqratîk, azadîxwaz, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, yên bindest, yên ku emekê wan tê xwarin, kedkar divê vê rastiyê bibînin. Tiştên di zindanan de tê jiyîn û di berxwedana ji caxên hesinî, dîwarên kevirî, têlên dirîhî difeşêre de ciyê xwe bigirin. Vê jî ciyê ku tê de ne, her ciyê ku lê tê jiyîn, li gor merc û resenatiya wê derê bikin. Tişta ku faşîzma AKP-MHPê hilweşîne, ji bo hê zêdetir nêzî azadiyê bibin çi bê kirin û çi pêwîst be divê wê bikin û vê yekê veguherîne têkoşînekê. Niha tam dem dema vê ye.