Li navçeya Amed Rezan’ê du birayên bi navê Suleyman û Cihan Avci ji aliyê polêsên dagirker ve hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di taxa 5 nisanê ya navçeya Amed Rezan’ê duh êvarê polêsên dagirker avêtin li ser qiratxaneyekî û di dema lêpîrsîna nasnameyê de ciwanê bi navê Suleyman Avci (25) ji aliyê polêsan ve hate binçavkirin. Pişte wî di malê Suleyman Avci de lêgerîn hate kirin û di heman deme de birayê wî Cihan Avci jî ji aliyê polêsên dagirker ve hate binçav kirin.
Hinceta ku çima hatin binçavkirin nehat diyarkirin û ciwanan birin Miduriyeta Emniyeta bajêr.