Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi xwesteka ji bo tecrîd were şikandin û ji bo bal li ser greva birçîbûnê were kişandin, di 19 Çileyê roja Şemiyê li Amed’ê mîtînga bi dirûşma ‘’Demokrasî, Azadî û Edaletê’’ were li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi xwesteka ji bo tecrîd were şikandin û ji bo bal li ser greva birçîbûnê were kişandin, di 19 Çileyê roja Şemiyê li Amed’ê mîtînga bi dirûşma ‘’Demokrasî, Azadî û Edaletê’’ were li darxistin.
Mîting di 19 Çileyê Şemiyê de di seat navbera 12:00 û 16:00’ê de li qada Stasyonê were li darxistin.
Leyla Guven 71 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK)’ê Leyla Guven, ‘’Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bike’’di roja xwe ya 7’an de ye. Ji aliyê din di gelek zindanên Bakurê Kurdistan ê Tirkiye’yê de ji 226 zêdetir girtiyên azadiyê bi heman xwestekê demek dirêje di greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger de ne.