Yekîneyên Antîterorê (YAT); ”Li Minbîc’ê 7 çeteyên girêdayê îstîxbarata dewleta Tirk hate girtin”

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku di lêpirsînê de koma çeteyan li xwe mikur hat ku têkiliya wan bi îstixbarata Tirkiyê re heye. Wan gelek plan dabûna pêşiya xwe ku dê li bajêr kiryarên kuştin û teqînan pêk bianiyana û bi vî rengî dê ewlehiya herêmê xirab bikirana.

MINBIC- Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dar xist û komeke çeteyan bi navê “Derî Firat” (Mertalê Firatê) ku hewl da ewlehî û îstiqrara bajêr têk bibin, girt. Di nav komê de 7 çete tevî çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku di lêpirsînê de koma çeteyan li xwe mikur hat ku têkiliya wan bi îstixbarata Tirkiyê re heye. Wan gelek plan dabûna pêşiya xwe ku dê li bajêr kiryarên kuştin û teqînan pêk bianiyana û bi vî rengî dê ewlehiya herêmê xirab bikirana.

Li gorî ku Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî weşand, çekên ku ji çeteyan hatin desteserkirin ev in; 2 kalaşnîkov, 2 M16, 2 demançeyên bêdeng, 2 bombebeyên destan û bi hezaran guleyên kalaşnîkov û demançeyan.”

Navên çeteyên hatine girtin wiha ne: Ehmed Mehmûd Hemade (Ebo Usame) ji bajarê Minbicê ku bi xwe serokê komê ye, Hisên Hemîd Mihemed Hemade (Ebo Cerah) ji bajarê Minbicê, Mehmûd Hesen Ebdullah, Ziyad Mihemed Mihemed (Ebo Tariq) ji bajarê Minbicê, Yûsif Sitêf Berho ji Sirînê, Ebdil Mihemed El-Ilêwî ji bajarê Minbicê û Îbrahîm Yûsif El-Hîto ji Minbicê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li bajarê Minbicê teqîneke xwekuj pêk hat û di encamê de 15 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Nivîsa Pêş