Bi dehan ciwanên azad îro dema nîvro li bajarê Almanya Bîelfeld’ê avahiya televîzyona WDR dagir kirin. Ciwanan da xuyakirin ku xwestine tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku di pêşengtiya Leyla Guven de berdewam dike di çapemeniya Alman de cih bigire û raya giştî ya Alman hestiyar nêzî vê mijarê bibin.
BIELEFELD – Bi dehan ciwanên azad îro dema nîvro li bajarê Almanya Bîelfeld’ê avahiya televîzyona WDR dagir kirin. Ciwanan da xuyakirin ku xwestine tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku di pêşengtiya Leyla Guven de berdewam dike di çapemeniya Alman de cih bigire û raya giştî ya Alman hestiyar nêzî vê mijarê bibin.
Ciwanan got ku ne tenê Çapemeniya Alman hemû çapemeniya Ewrûpa bi hevkartiyê ji çalakiyan û tecrîdê re bêdeng dimînin. Ciwanan xwest ku WDR wek berpirsiyartiyek vê erkê bigire ser xwe û wek şenber helwestek nîşan bide. Ciwanan xwest ku bi berpirsiyarê studyaya S. Münstermann re hevdîtin bikin û dosyayên destê xwe radestî wan bike.
Hate ragihandin ku WDR vê xwestekê red kirin û banê polêsên Alman kirin. Polêsên Faşîst ên Alman ciwanan bi derbkirinê xwest ciwanan ji avahiyê derxe. Ciwanek bi darê zorê hate binçavkirin û dest danîtin telefona ciwanekî. Ber avahiya televîzyona WDR bi dorpêçkirina polêsên faşîst de ye.