“Ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Ji Bo Meşa 20 Çilê Bang Li Hemû Ciwanên Welatparez Kirin.”
MEXMÛR- Ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, dagir kirina Efrînê şermezar kirin û banga meşa 20 Çilê kirin. Ciwanê bi navê Vedat Benek da diyar kirin kû; ”Em jî wek ciwanên wargeha Mexmûrê, Salvegera dagir kirina Efrînê şermezar dikim. Bang li hemû ciwanên welatparez dikim kû 20 çile hem ji bo şermezar kirina Efrînê û ji bo şikandina Tecrîda li ser Rêberê xwe pêwîste ser piya bin û biherikin qadan.”
“SERÎ HILDIN, BERXWE BIDIN, FAÎZME HILWEŞÎNIN, RÊBERTÎ AZAD BIKIN”
Her wiha Jina Ciwan a bi navê Nûdem Tunç jî Bangawazî kir kû; ”Meşa meya 20 çilê we li her çar parçe Kurdistanê û derveye welat were çê kirin. Pewîste hemû Ciwanên Kurd bi taybet jî Jinên Ciwan di serîda tevlî vê meşê bibin û dengê xwe bilind bikin, xwedî li Rêberrtiya xwe derbikevin. Em wek jinên ciwanên Mexmûr ji ciwan û bi taybet jinên ciwan re dibêjin kû; ”Serî Hildin, Berxwe bidin, Faşizmê hilweşînin, Rebêrtî Azad bikin.”
Dîsa Ciwanê bi navê Rojhat Alturk banga Ciwanên Kurd û Ciwanên Enternasyonel kir û got; “Banga me wek Ciwanên Mexmûr ewe kû hemû Ciwanên welatparez, Kurd û xwedî bi rûmet bila xwedî li Rebêrtiya xwe, rûmet û jiyana xwe derbikevin.”
NC/ SAHÎLE ALTURK