NAVENDA NÛÇEYAN
Polîtîqayên şerê teybetê ku tê bi pêş xistin, di her qada jiyana rojane de derdikeve hemberî me. Bi ser de em dikarin bêjin ku, desthilatdariya şerê teybet, temama jiyana me beraliyê dike. Politîqayên ku Modernîteya Qapîtalîzmê li ser ciwanan pêk tîne, polîtîqayên çilvirandinên gemar e û bêsînor e û kûr e. Em li ser polîtîqayên ku dixwazin ciwanên Kurdistanê biçilvirînin, bisekinin. Em ê li ser amûrên şerê teybetê wek Huner, Seks, Werzîş, Malbat, Sixurkirin, Tiryak, Medya, Tora Civakî, Saziyên Perwerdehî, Çanda Kafeyê, Leşkerî, Çanda Berxwarinî û hwd. yên ku cewherên ciwanan bêwate dikin, bisekinin. Huner, di nava nirxên çandê de, qada ku bi civakê re herî zêde têkildar e. Her qada ku civakbûyîn xwe li wir diafirîne û zêde dike mijara hunerê ye. Huner, ji ber ku çavkaniya xwe ji pratîkên ewil ya fikra baweriyê distîne, lewma bi rewiştê re jî di nava têkiliyek xurt de ye. Di nava qadên çandê de, yê ku xwediyê ziman û hilberînên resen e û bang li hemû deverên civakê dike, tenê huner e. Hunerê ku evqasî bi civakî ye lê belê ji ber ku hişmendiya paradigmaya civakê ya qapîtalîzmê şaş e, di pergala qapîtalîzmê de berevajî tê dîtin û tê xebitandin. Tê zanîn ku, pergala qapîtalîzmê tevina civakê perçe dike û di hundirê civakê de bi cih dibe. Ji bo ku tevina civakî were perçekirinê, ewilî êrîşê bi rewiştê dike. Ji ber ku pergal, bihijîje armanca xwe, ji hunerê re rolek vajî dide lîstin. Civak, pêkhateyek komunal û demokratîk e. Pergal, dixwaze ku bi hunerê re ciwan bixe nava takakesparêziyê û bêhîsiyê. Di roja me ya îro de, ji ber vê sedemê, mesafeya pergal û civakê, herî zêde di hunermendan de xwe dide der. Halbûkî, divê ku hunermend, civak beraliyê bike. Bi ser de, dijî li tiştên heyî ne. Lê belê, di roja me de, yê ku herî zêde ciwan û bi teybetî jî şexsan dixwaze ji civakê qut bike, huner e. Ji ber vê jî ciwanên Kurdistanê, bi hunera hatiye şewişîn û dîsa bi tiştên ku çi ne, ne diyar û zehar in ve têne xwestin ku ji rewiştên xwe werin qutkirin. Lewma li Kurdistanê, ciwanên ku cewherên xwe nasnakin û şeklî nêzîk dibin hatiye afirandin. Di binê “ Modeya vê serdemê ev e “ de, ciwantiyek bê xislet û di cewherê xwe de bêteşe ne, hatiye çêkirin. Ciwan, niha ji pirsiyarkirinê dûr in û di nava tiştê ku dibînin teqlît dikin de ne. Û li aliyekî din, çanda arabeskê ku di nava çanda Kurdan de cihê wê nîne, ji ciwanan re tê empozekirin û ev jî ji dîrok, çand, ziman û jiyana wan ê civakî re êrîşê herî mezin e. Hilberînên ku bi navê huner hatine afirandin, him mirovê ji çanda bûjeniyê re beralî dike him jî takakesparêziyê teşwîq dike. Bi vî awayî, pergalê ku dixwaze ciwantiyek ji kollektîvîzmê dûr û takakesparêz ên ku berevajî nirxên civakiyê tevdigerin biafirîne û hedef digre ku li hemberî wan ciwanên ku berxwe bidin tunebe. Afirandinên şerê teybet ê ku em nikarin bêjin çand jî, mirov nermenerm asîmîle dike. Bêhunerbûyîn, heman wextê bêçandiyê ye jî. Bi çanda biyanîbûna hunera xwe ve, civak, ji jiyana xwe ya civakiyê ku bîra civak zindî digre, dûr dibe. Pergala qapîtalîzmê, wek her tiştî hunerê jî wek meta ( kalêr ) digre dest. Ciwan, ji ber vê sedemê weke danûstandinek nêzîkî hunerê dibe. Lewma ji tiştên ku di bin huner û hunermendan de têne parvekirin re bawerî, ji bo ciwanan xefletek mezin e. Ev tê wateya çerxbûyîna pergala qapîtalîzmê. Hunermendên ku pergal pêşkeşî me dike, kesên bêkesayetî ne. Hêmanên ku di hunerê de têne pêşkeşkirin, bi teşwîqa rejîma şerê teybet û diyarkirina wê ve kifş dibe. Kesê ku wê bibe stêrk, jixwe ji mêj ve ji aliyê rejîma şerê teybet ve hatiye kifşkirin. Di esasê de, dixwazin xisletek çawa di ciwanan de ava bikin, li gor vê jî sûretên wisa derdixin pêş. Tê hedefgirtin ku ciwan, ji sûretên ku derketin pêş re xweziya xwe pê bînin. Çawa ku hunermend bi destê MÎT tên diyarkirin, wisa jî dem bi dem ji ser kesên ku ji xwe re dibêjin “ez hunermend im“ ve rojev tên afirandin. Ev jî nîşanî me dide ku, çalakiyên ku di bin hunerê de tên kirin, di rastiyê de xizmetê şerê teybetê dike. Hedef diyar e; afirandina ciwantiyek teqlîdwarî, bêexlaq û bi nexweşiya takakesparêz ve diçilvirînê ye. Divê neyê jibîrkirin ku, hunera herî mezin jiyîna çanda xwe û rewişta xwe ye. Û tiştê ku rastiya têkoşînê wê bidomîne jî derxistina holê ye.
Bi destpêka serdestiya pergala kapîtalîst ve tişta ku ciwan ji rê derxistiye û kiriye êsîrê pergalê yek jî zayendîtî ango cînsîtî ye.Pergala şaristaniyê xwe bi zayendî ye. Çawa tê zanîn ku şaristanî şikestina cînsî ya li dijî jinê te bi kar anîn e. Ev nêzikatî ya cînsî di kapîtalîmê de derketiye bendavê. Ji bo berdewam kirin a neslê mirovan rola cînsîtiyê ajoyek bingeh e. Cînsîtî ya ku heya asta pîroz hatiye derxistin, ji bo civakî berdewam bike jî rolê dileyîze. Tu çaxê dîrokê de di dema koledarî û feodalîzmê jî tê de cînsîtî wek çax a kapîtalîzmê bi pîşesazîbûyî nehate firotinê. Di vê demê de asta ku firotina cînsîtî hatiyê wek qada hûnerê afirînek e kapitalîst e. Ev qada ku bi awayî tê bikaranîn encama nêzikatiya kapitalîzmê ya jinê û civakê ve girêdayî ye. Bê guman dema mijar Kurdistan dibe polîtîkayên bêtir zirav dikin dewreyê. Ciwanê ku şerê taybet li ser difikire di vî warî de jî hat xwestin ku bikeve. Dînamîzm a ciwan a, çalakvaniya wan bi cînsîtî hatiye ko kirin. .
Ger biwêj di cih de be hest bûne ajo. Ev ajoyên hatin çêkirin ketin xizmeta zayendiyê. Bê guman veguherandin û bikaranîn a cînsîtî ya ku bûye sektora seksê de texrîba hişmendî û hestên mirov dibin sedem. Di pergala kapitalîst de hiş sûdparêz û xwexwaz e. Tenê xwe difikire. Ew hişê dibêje ” Li pey min tofan e” hişekî kapitalîst e. Di vî hişî de cihê hestên mezin tine. Di dewsa hestan de ajoyê tehrîk kirî hene. Ji ber vê yekê ew evînê berê yê di destana de cih digirin vê pergalê de nayên jiyîn.
Zayendiya mirovan ya navbera du cinsan dema bi hezkirin û evîn neyî terbiyekirin ne gengaz e ku rewşa ew mirov neşibe asta heywanan û ajoyê bêdenge dernekeve holê. Sektora seksê encamek wusa derxistiye ku ajoyê zayendî hatiye asta heywanî. Hest, hiş û ajoyê civakî ji kontrole derxistin xeteriya herî mezin e. Ciwanekî ku ketiye vê rewşê nikare pirsgirêkên xwe bifikire û bi îradeya xwe çareseriyekê biafirine, Ciwanên wusa bi çavsorî veguheriye metaya sîstema serdest.
Li her derê Kurdistanê malên fûhûşê hatine vekirin, ev bi deste rejîma şerê taybet hatiyê pêşxistin. Ev bazarên fûhûşê ku ketiyê kolanên Kurdistanê, armancên xwe ew ku dînamîzma ciwantiyê û enerjiya ciwantî li ser ajoyê wan tune bike. Bi vî awayî dixwaze ciwanan ji têkoşîna azadiyê dûr bixe, bêbawer bike, û ji milê din jî ciwanên li beramberî pirsgirêkên civakî bêxem bihêle û ciwanan bi ajoyê wan ên heywanî birizîne.
Yanî dînamîzma ciwantî bi şaristaniya dewletperest hatiye kedîkirin. Ciwan ku bi rêxistinbuyîn û çalakbuyînê tê naskirin, bêçalak buye û bê rêxistinbuyîn hatiye hiştin. Hatiye rewşek ku nikare saxlem bifikire. Xeyalên ciwanan xistiye qefesê, divê qefesê de îkonên ku nêrîn û raman teng dike bi cih kiriye. Ev îkonan herwiha xitabî ajoyê dike. Bi vî awayî utopiyaya ciwantî ji hestên heywanî wêdetir naçe. Rejîma Şerê Taybet zayendiyê teşvîkî ciwanan dike û bi her aliyê xwe xitabî hestên ciwanan ên zayendî dike û bi vî awayî fikirandinê di mejiye ciwanan de tenê bi ajoyê sinordar dihêle. Bi vî awayî çeka her giran ya li rûye erde Ciwantiyê bi vê rê û rêbaza bê exlaq pasîf dihêle û dirizîne.
Wê Bidome…
Baran Mawa