Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamê 24 saetên dawîn a qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di şer de 47 terorîst hatine kuştin û 37 bargehên wan hatin rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 46 terorîstên DAIŞ‘ê hatine kuştin û 300 sivîl hatin rizgarkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me êrîşên berfireh birin ser bargeh û nuqteyên terorîstan, di encamê de şerên dijwar rû dan, şer bi saetan dewam kir, hejmarek terorîst hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî deverên asê û xetên terorîstan kirin hedef, gelek bargehên wan hatin rûxandin, şervanên me bi pêş de biçin û nuqeteyên nû ava bikin.
Tîmên endizyariya rakirina mayînan ên hêzên me dest bi paqijkirina herêmê ji mayînên terorîstan kirin.
Di heman demê de hêzên me 300 sivîl ku DAIŞ wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn derxistin cihên bi ewle û alîkariyên tunduristî pêşkêşî wan kir.
Encamê dawî:
Hejmara kuştiyên terorîstan: 47.
Hejmara derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 26 derbe.
Windahiyên terorîstan: 37 bargeh, du erbeyên bombebarkirî û xendeqek hatin rûxandin, 6 rê ku terorîstan bi kar dianîn hatin qutkirinr, 3 deverên dikên topên hawnê û 3 kargehên erebeyên bombebarkirî hatin hatin rûxandin.”