Abdullah Ocalan
Reva ji rastiya civakî, ji texmînan jî wêdetir zehmet e. Bi taybetî, eger mirov bi nijad û kokê, bi civakê ve girêdayî be, ev rastî hê wisa ye. Pêşbirka pêvajoya civakîbûnê bi dayikê re, li derdora heft salî dest pê kir û bi gotina gelêrî heta heftê salî wer diçe. Bi awayekî ilmî û zanistî jî hatiye tespîtkirin ku dayik hêza bingehîn a civakîbûnê ye. Gunehê min bi xwe yê yekemîn ew bû ku min ev mafê dayikî bi guman dît û min pir di temenekî piçûk de biryara civakîbûna xwe da. Li gorî tespîtên dawî yên ilmî, di gerdûna me ya bîst mîlyar salî de civaka mirov bi awayekî taybet afirandiye, minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama û ev mijareke bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta belkî rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû. Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît ji bo ez xwe azad his bikim. Lê min dizanîbû şertê jiyana min bi parastina namûs û şerefa wê dibe, min ev yek jî ti car ji bîr nekir. Minê şerefa wê biparasta, lê bi awayekî min çawa rast dizanîbû. Piştî ku min ev ders ji xwe re derxist, êdî dayika min ji bo min tinebû. Ew bermahiya xwedawendan li bala min nebû û min hîç meraq nedikir ji bo min çi his dike. Veqetîneke zalimane bû, lê rastiyek bû. Ez nizanim kehanetên wê bûn yan jî nifirên wê bûn, gotinên wê di kêliyên giran ên trajîk de timî bi bîr dihatin. Gotinên wê rastiyên mezin bûn, hozanekî hêja jî nikarîbû tespîtên wer bikirana. Rastiyek wê ya mezin jî ev bû; `Tu bi hevalên xwe pir ewle yî, lê tê tenê bimînî.` Lê rastiya min jî hebû, minê bi hevalên xwe re civakîbûn ava bikira.
Çîroka min a jiyanê bi vî awayî dest pê dike. Eger diya min bixwesta jî jiyaneke wê ya bida min nebû. Ji mêj ve hatibû belavkirin. Ew li qulpek an jî misteke jiyanê digeriya, bi xwe ji dest revandibû, lê ji bo bide min dixwest. Her çenda çîroka bavo cuda be jî ji ya wê dûr nebû. Min rastiya malbata xwe, her tim weke bermahiya klanek xwe ferz dike, lê ji hêzketî, belavbûyî û mîrateyeke ti îdîaya xwe nîne, dît. Civaka gund û civaka dewletê ya fermî a bi dibistana seretayî ket jiyana min, ti car dilê min lê germ nebû. Jixwe min pir tişt jî fêm nekiribûn. Ya xuya dikir ew bû ku min zanîngeha ilmê siyasî ku dihat naskirin û kevin bû, heta sinifa dawî, bi serketineke mezin xwendibû. Encam ew bû, qabîliyeta hînbûnê derbeke xedar a mirinê xwaribû. Paşê min dibistana şoreşê hilbijart ku ew jî mîna kevirê aşekî bêrehim bû, jiyan dihêra.
Yek ji nakokiya di navbera min û diya min de têgihîştina min a li ser hevaltiyê bû. Wê digot tu xwe bi vê têgihîştinê dixapînî. Ez yeqîn dikim ku lêgerîna min a mezin li hevaltiyê û daxwaza min ji bo hevalan balkêş dîtibû. Ferq dikir ku bi nirxên heyî yên civakê re li hev nake. Lê hayil dibû ku ezê bi tenê bimînim û hevalên min wê bi berjewendiyên xwe bikevin. Ez pir dereng li vê rastiyê hayil bûm. Her çend ên pir girêdayî û baş hebûn jî, bi hevalan mirov dikare çi bike, mirov dikarîbû heta ku biçe. Li gorî min karekî mirov nekiribûya tinebû û hedefek mirov xwe negîhandibûyayê nebû. Girêdanên bi kok ên hevaltiyê dîsa dualîteya Gilgamêş-Enkîdo bi bîr xistin. Di dîrokê de timî dualîteyên hevaltiyê bi vî rengî hene. Belkî jî ev pêdiviyeke dualîzma gerdûnî ye. Yên dixwazin meşên mezin bikin divê hevaltiyên xwe mezin bikin. Ez li gund hînê di dema zaroktiyê de xwedî lêgerîneke bi vî rengî bûm. Hesen Bîndal berhemê vê lêgerînê bû.
Ew civaka ku tê de ji dayîkbûn çêbûye û şekil hatiye girtin, rasterast pênasekirina wê hebû. Bi gor zagonên malbat û gund qet tev negeriyam. Di wan mercan de jî, dê min rastiyan bi gor wilfa xwe ya zaroktiyê peyda bikira. Da ku bi hawîrdorê re nekevim nava dijberiyekê û çewt fêmkirina wan asteng bikim, min weke nimûneyê 33 sûreyên Quranê ji ber dikirin, nimêj dikirin û dida kirin. Dema ku ez li dibistana amadeyî bûm, min kompozîsyoneke wêjeyî nivîsandibû û sernivîseke bi teşeyê “tu zarokê min ê ku qet ne welidiyî yî.” Mamosteyê min ê rêzdar tim 10 puan dida û pesindayîna awarte di wê demê de dikir. Hetanî pola dawî ya Zanyariyên Siyasî jiyana min a xwendekariya ku di sireyên pêş de cî digirt, pêk hat. Ev têr dikirin ku xwiyangê rizgar bikin. Lê ji bo min wateya hemûyan, tenê avakirina hin mercên ku pêwîst dikirin ji bo lêgerîna rastîn bûn.
Mirov dikare jiyana min a ferdî û rêxistinî dabeşî sê deman bike. Dema yekemîn bi îdîaya ezê civakîbûyîna xwe û ya diya xwe bi xwe damezrînim, dest pê kir û berê ji ber nerazîbûna li dijî gund û malbatê bi çûyîna dibistana seretayî re dewam kir. Bi destpêkirina dibistana seretayî re gava yekemîn a ciddî ber bi dewletbûyînê ve hat avêtin. Kesayet ji ber civaka komîn ber bi civaka dewletparêz ve gaveke veguherînê diavêje. Bi bajarîbûyînê re dimeşe. Nirxên bajêr di ser nirxên komîn ên çolterê re têne hesibandin. Xwendina dibistana navîn, lîse, karmendî û heta pola dawîn a zanîngehê amadekariyên pêş ji bo zilamtiya dewletê ne. Di vî temenî de li cem her kesî bi awayekî hişk kesayeteke bajêr-dewletê serdest dibe. Rewşa paşve mayînê û netewê bindest dibe sedema nerazîbûnê li dijî dewletê. Ya rastî, sempatîzaniya ji bo çepgiriyê ji têgihîştina adil, wekhevîxwaz û pêşdebirinê ya lêgerîna dewletê zêdetir ti maneyek wê nîne. Kesayet di vê demê de bi giranî ji tayên civakê yê kevneşopiyê hatiye qetandin. Civaka ezbet û çolter a komîn û dayikî bi giranî li înkarê hatiye qewimandin, li dewsa wê, kesayeteke marjînal a jixweçûyî, rabirdûya xwe înkar dike, piçûk dibîne, çavgirtî ber bi nîzama fermî ve baz dide, ji meznahî bajêr û dewletê re serê ditewîne, cih digire. Komkujiyeke kesayetê ya trajîk qewimî ye.
Kesayeteke ‘dîn nizane bûye çi’ civaka xwe ya kevin, bav û diya xwe, xuşk û birayên xwe, cîranên xwe, gundê xwe, xizmên xwe, kal û pîrên xwe, zarokan, jinan, nijad û zurriyeta xwe û çîna xwe piçûk û heqîr dibîne, li welatên hindik pêşketî bûye mîna belayan. Bi modernîteyeke naveroka wê pûç li hemberî nirxên bingehîn ên civakî pir zêde xerîb ketiye. Ev kesayeta di bin serdestiyeke xurt a sîstema kapîtalîst de mezin dibe, wexta bi nerazîbûneke sexte ya çepgiriyê dike dîsa jî marjînal e. Dûrketina wê ya ji civakê her ku diçe kûr dibe û dewam dike. Dibistanê, li bajêr karkertî û karmendiya dewletê, ev kesayet ji dîrok û kevneşopiyê dûr xistiye û kiriye kesayeteke ‘teneke.’ Her tiştê ji vê kesayeta xemsar, înkarker, bi mûçeyan ve hatiye girêdan û bi pey fahîşetiya bajêr ketiye, neçar e li dijî nirxên kapîtalîzmê û civaka li pêş asteng e, îflas bike.
Nasnameya hişê min mijûl dike Enkîdo ye. Wexta min hewl dida ez Enkîdoyê di yekemîn destana nivîskî û destana Gilgamêş de fêm bikim, ez lê varqilîm ku ew, her kesê ber bi dewlet û bajêr ve baz dide îfade dike. Sîteya Ûrûkê di dîrokê de wek yekemîn dewlet-bajar û bajarê çîroka wî hatî nivîsandin tê zanîn. Gilgamêşê (Di Kurdî de Gilgamêş tê maneya ‘camûsê mezin.’ Mirov dikare texmîn bike ku destanê têra xwe ji çavkaniyên Proto Kurd wergirtiye û xwe pê xwedî kiriye) qehreman ê navdar ji qralên nîv-xweda yê herî naskirî yê bajarê Ûrûkê ye. Belkî jî avakerê Ûrûkê ye. Bi qasî ku ji destanê tê fêmkirin, sîteya Ûrûkê tim û tim li êrîşa qebîleyên kovî û heywanên dirinde rast tê. Ji aliyekî ve, bajar bi yekemîn bircên bi heybet tê zexim û asêkirin, ji aliyê din ve jî bi şerên mezin parastina bajêr tê kirin. Em di tevahiya dîrokê de dibînin ku şervanên xurt ji civakên kovî têne neqandin.
Qral gilgamêş jî hewl dida şervanên xwe yên xurt ji qebîleyên li herêmên daristan û çiyayî yên li Bakurê Iraqa îro, berhev bike. Rêbaza wî ya berhevkirinê jî gelek seyr e. Sîteya Ûrûkê jiyaneke nû keşif kiriye. Şoxûşengiya jiyana bajêr têra xwe balkêş e. Yek ji xusûsên sereke yên vê jiyanê balkêş dike fahîşetiya jinê tê. Ya rastîn, xwedawenda-dayik a pîroz ku hêdî hêdî li mala taybet û mala giştî (kerxane) tê girtin, ji bo kêf û zewqa mêran têra xwe dibe balkêş. Koleya wî ya nû jê re derfetên jiyana bi kêf ên bêsînor pêşkêş dike. Têkoşîna xwedawenda Ûrûkê Înannayê (navê wê berê yê li çiyê Nînhûrsag e, yanî xwedawenda herêma çiyayî. Malbat-dayika şaristaniya Neolîtîkê pêş de biriye temsîl dike. Li dora dayikê civak mezin dibe û wek sembol nasnameya xwedawendîtiyê bi dest dixe) bi yekemîn xwedayê mêr ê qurnaz Enkî re tewş nîne. Xuyaye, yek ji mijara herî li dij derketiye bi karanîna jinê li malên taybet û malên giştî (kerxane) wek metayeke cinsî ye. Ji ber vê yekê li ser xwedawendîtiyê şerekî mezin dide. Di destanê de wek têkiliya Enkîdo bi Ûrûkê re jina navdar a kêfê ya bajêr tê nîşan dan. Ev sedem mirov dide bawerkirin. Ya Enkîdoyê kovî li ber devê çem dike nêçîra xwe dîsa heman jin e. Enkîdo çendîn bi jina bajêr ve tê girêdan, êdî dibe esker-fermandarekî baş ê Gilgamêş. Serhatiya Gilgamêş-Enkîdo paşê di destanê de wek numûneyeke bêhempa hatiye hûnandin.
Dema min çûyîna xwe ya yekemîn a bajêr û dibistana seretayî bi çîroka Enkîdo re rûbirû kir, ez di têgihîştina wê de dereng nemam ku destan esas behsa min jî dike. Di vê mijarê de feyda wê heye, ez behsa bîranînek xwe jî bikim. Zarok teşwîq dikirin ji bo biçin dibistana seretayî ya gundê mezin Cîbînê. Yek ji wan zarokan bi navê Şewket bû. Birayê piçûk ê Cimoyê min yekemîn çalakiya xwe ya gerîlla li dijî wî kiribû. Diya wî yek ji wan jinên xizan û seretayî yên gund bû. Lê roja Şewket çû dibistanê vê jinê nirxandinek kir ji profesorê herî baş çêtir tespîtek kir. Hînê jî di hişê min de ye, weha gotibû; “Şewketê me bûye hukûmet.” Min maneya vê gotinê hînê di vê parêznameya xwe ya dawiyê de baştir çareserkir.
Em hemû mîna Enkîdoyekî dadiketin bajêr û ber bi dewletê ve dihatin meşandin. Em ji civak-dayikê qut dibûn. Her ku diçû me ji ber jiyana gund fedî dikir. Li ber serdestiya bajêr gundê me her ku diçû tine dibû. Her ku diçû dayika me qîmeta xwe wenda dikir. Me têkiliyên xwe yên malbat û qebîleyê piçûk didîtin. Bajêr û dewleta tê de em wek miqnatîsê dikişandin. Êdî hêsan nebû em xwe ji tesîra wê xilas bikin. Bajar û dewleta têde, bi xwe amûrekî objektîf ê propagandeyeke xeternak bûn. Her tiştê bajêr mîna ku di ser harîqabûyînê re hatibûn pêşkêşkirin. Fahîşeya di nav kincên xweş û kilan de nedibû bihata redkirin. Her tişt ji bo serdestiya xwe bi kar dianî, li aliyê din gundikê me jî wek sêwiyekî li dawiyê mabû. Karmendekî dewletê yê pir normal ji bo me wek xwedayekî bû. Her gotin û kincên wî wek xwedayetiyeke nû bû. Tesîr welê hatibû amadekirin. Di ser de jî navê ‘bi dûvik’ li Kurd kiribûn. Ji bo mirov berê gavekê ji vê yekê xilas bibûya formul ev bû; diviyabû em pir zû bûbûna bajarî – dewletbûyîn – Tirkbûyîn bû. Me ne tenê li malbat û gundê xwe bi çavekî piçûk nerî, me êdî Kurdîtiya xwe jî piçûk û heqîr didît. Ev mîna lele û xirxalên li lingên me hatibin xistin me his dikirin. Hemû dunya me di nav quncikan de derbas dibû; tu çiqas bibî bajarî, bibî dewlet û bibî Tirk, tê ew çend bibî zilam. Yanî toreya me ya nû ya civakî ev bû. Dînê me, îrfana me wê li ser vî hîmî watedar bibûya. Dîsa em li dora vê sêgoşeyê dibûn civak.
Rêwîtiya me ya ber bi bajêr û dewletê ve, bi arzûya me ya ji bo dibistana eskerî û siyasî xurtir bû. Otorîte otorîteyê dikişîne. Diviyabû em ne bi meşê bi bazdanê bi gihîştana otorîteya eskerî û siyasî. Dema asteng jî derdiketin ez xemgîn dibûm. Dema min nekarî biçim dibistana eskerî, minê xwe pir bê şens bihesibanda. Di vê pêvajoyê de jina bajarî jî balkêşiyeke xwe ya cuda, lê di heman demê de hêzeke balkêş a di heman îstîqametê de bû. Şoreşgertiya me wê di bin van şertan de wek dewletparêziyeke baş pêk bihata. Sosyalîzm wek rewşa dewletê ya herî bêqusûr dihat fêmkirin. Emê herî baş bi wê rabûna ser xwe. Ew mîna amûrekî hemdem bû ji bo em pê bifirin. Îsyankariya me jî wek hesreta rabirdûyê û wek nerazîbûnekê li dij nûbûnê dihat fêmkirin. Kurdîtî jî timî wek pirsgirêkek xwe dida der dihat hiskirin.