Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Zûrîh’ê li dijî tecrîdê çalakî li darxistin.
ZÛRÎH- Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger duh şevê li Qantona Zurihê di çalakiyan de bûn. Li ber stasyona trênê navendî ciwanan hatin gel hev û tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto kirin. Ji bo bal bikş3inin rewşa çalakvanên greva birçîbûnê bi 5 zimanan dovîza ”Leyla Guven di roja 71’an de ye” rakirin. Ciwanan devê xwe bant kirin û demek dirêj di qadê de man.
Piştre ciwanan banda devê xwe derxistin û bi diruşman çalakî dawî kirin.