Tîma Ciwanên Efrînê (B) xelata turnoveya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatibû organîzekirin, girtin.
ŞEHBA-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê 25‘ê Kanûnê Pêngava “Ji hişberiyê re na û ji jiyanê re erê” dabû destpêkirin. Pêngav bi çalakiyên cûda berdewam in.
Di çarçoveya pêngavê de û di heman dîrokê de turnoveyeke fotbolê bi beşdarbûna 12 tîman hate birêxistinkirin. Piştî gelek lîstikan Tîma Ciwanên Efrîn B û Ciwanên Şehbayê A gihaştin qonaxa dawî. Lîstik li stadeke Şehbayê bi amadebûna girseyeke qarbalex li dar ket. Di dawiyê de Tîma Ciwanên Efrîn B bi (4-3) bi serket.
Di dawiyê de kupaya turoveyê pêşkêşî lîstikvanên tîma Efrîn B û perwerdekarên hemû tîman hate kirin.