Meclîsên Ciwanan, ji bo mîtînga Amedê ku sibê were kirinê, korteja ciwanan ava dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsên Ciwanan daxûyanî da û got; “ Ji Mîtînga Azadî, Demokrasî û Dadê yê ku sibê li Qada Îstasyona Amedê were kirinê re, em wek korteja ciwanan tevlî bibin û heya qadê bimeşin”.
Meclîsên Ciwanên HDPê, ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li ciwanên herêmê kir û got; bi şiyara “ Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê Perçe Bike “ ve em di seat 11.30’an de li Parka Koşuyoluyê kom dibin. Em wek hemû Meclîsên Ciwanan ya herêmê, li vir kom bibin û bi awayî kortej ber bi Qada Îstasyonê ku mîtîng were kirinê bimeşin.”