Şandeyeki endamên Enternasyonal serdana çalakiya greva birçîbûnê li qampa Newroz kirin.
DÊRÎK- Endamên Komûna Enternasyonal û Jineolojiya Cihanê serdana çalakiya greva birçîbûnê li qampa Newroz kirin. Çalaki wê dere ji bo çend roj berdewam dike. 30 Êzîdê li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.
Komiteya calaki endamên Enternasyonalan silav kir spasiya xwe ji bo serdana wan kir. Êndamê Entarnasyonalê Tolhildan li vir axaftinek kir û wateye berxwedana greve birçîbûnên di nav zindanan de û yê derwe nirxand û got; ”Ji bo hemû çepger şoresgerên cihanê vê berxwedanê pîroz û dîrokî dibînin. Bi azadiya Rêber Apo re
em dikarin hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn rizgar bikin.”
Her wiha Ciwanên Komuna Enternasyonal bang li ciwanan kirin ku tev li çalakiyên 19 û 20’ê Çileyê bin.
Serdana ciwanan bi govend û nîqaşan dawî bû.