Meclîsên Ciwanan ên HDP ên Wanê; ”Kesayeta Leyla Guven dest pê kir û li nav hemû hevalên girtîgehan belav bû, bi dil û can slav dikin, berxwedana wan pîroz dikin û dibêjin; daxwazên rêhevalên me daxwazên me ne.”
Wan- Meclîsên Ciwanan ên HDP ên Wanê, di daxuyanîya xwe ya ku bi mebesta alîkarîya çalakîya hevseroka DTKê Leyla Guven a ku ev 73 roj in, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, hat dayîn da, beyannameyek ragihand.
Daxuyanîya ku hatîye dayîn bi vî awayî ye;
Em, wê greva birçîbûnê ya li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd brêz Abdullah Ocalan a ku bi kesayeta Leyla Guven dest pê kir û li nav hemû hevalên girtîgehan belav bû, bi dil û can slav dikin, berxwedana wan pîroz dikin û dibêjin; daxwazên rêhevalên me daxwazên me ne.
Bila pê bawer bin ku ew dê bi ser nekevin:
Wekî ku tê zanîn ev nêzî 2 salan e, nahêlin brêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe ra hevdîtin bike û dixwazin li ser şexsê wan pêwendîya gelê Kurd û brêz Abdullah Ocalan qut bikin, lê bila pê bawer bin ku dê bi ser nekevin.
Ev demeke dirêj e ku, li Kurdistanê, li Tirkîyeyê û li gelek deverên Ewrûpayê, çalakîyên balkişandina li ser vê tecrîda giran, hatin kirin. Lêbelê dewleta Tirk hewl da ku van çalakîyên balkişandinê her tim serkut bike û bi rêya medyayê jî herwekî ku tu pirsgirêk tuneye bide nîşan. Bêguman gelê kurd li hember polîtîkayên hikumatê yên bi vî awayî, gelek rêbazên berxwedanê di jîyana xwe da pêkanîn. Di nav van da ya ku herî balê dikişîne, grevên birçîbûnê ne, yên ku bûye rêbaza sereke ya berxwedana wan.
“Dibe ku rojek dîrok binivîse, kurd têk çûn; lêbelê dê tu carî nikaribe binivîse, kurdan li ber xwe neda.”
Ji alîyê Mazlum Doğan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr ve li hember Leşkerîya Faşîst a 12 Îlonê berxwedanekê dest pê kir û ev berxwedan heta roja me hatin û niha jî her wekî ku jîyan girtibin li pêşberî me ne. Ev berxwedana dîrokî ya ku hatîye afirandin her tim bûye pîvanga sereke û ev berxwedan ji hêla îdeolojîk ve jî di rewşeke birêxistinkirî da ne. Di dîrokê da, blokên faşîst li ser gelek şoreşgeran tecrîdê peyitandine û her tim xwestine berxwedanên ku li hember wan pêk hatine bihêrin, lêbelê her tim têk çûne. Bêguman dê li hember Çalakîya Mirovê Azad têk biçin û her tim dê Çalakerên Mirovê Azad serbikevin.