Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Ocalan û malbatên sê girtiyên din, red kir.
STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Ocalan û malbatên sê girtiyên din, red kir.
Xwişk, bira û vasiyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê Serdozgeriyê daxwaza malbat û vasiyê Ocalan red kir.
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî ji bo biçin hevdîtinê, bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kirin.
Dozger bi hinceta “Sînordarkirina mafên hikumxaran” a “Qanûna Derbarê Înfazê ya Tedbîrgirtina Ceza û Ewlekariya Hejmar 5275’an” cih digire, serlêdanên malbatan red kir. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî hevdîtina ji11’ê Îlona 2016’an û vir ve yekem car di 12’ê Çile de çû hevdîtinê.