Gerîlayên HPG/YJA-Starê li dijî qereqola gundê Axûrî ya navçeya Îdir Başanê çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;
“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhadê didome, roja 18’ê Çileyê saet 16:30’an li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya qereqola Axûrî ya navçeya Îdirê Başanê, digirtin, çalakiyek kirin.
Hêzên me li kûle û leşkerên li kûleyê reşandin. Di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn, diyar nebû.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran bi rasthatinî li qadê reşand.”