Ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, çûn serdana Nasir Yagizê ku 60 roje di Greva Birçîbûyînê de ye.
HEWLÊR- Nasir Yagizê ku bûye 60 rojê di greva birçîbûyîneda, ji ajansa meya Nuçe Ciwan re axifî. Yagiz destpêkê di axaftinên xwe de, xêrhatina Tevgera Ciwanên Mexmûr’ê kir û got ku; ”Ciwanên wargeha Mexmûrê îro hatin serdana me , em pir kêfxweş bûn. Xwedî derketina wargeha mexmûr, liv an çalakiyan te wateya ku ,kesek nikare bi îrade û hebûna Gelê Kurd. Her çiqas dijmin dixwaze erîşe wargeha mexmûr bike jî, ji her aliyan ve jî ,disa ji gele meye wargehê tu carî dev ji berxwedana xwe bernade.”
Yagiz her wiha da diyar kirin kû; “Heya kû em ji Rebêrê xwe Brêz Abdullah Ocalan agahiyek negrin ,em dev ji çalakiyen xwe yê greva birçîbûyine bernadin.”
”BI HEVDÎTINEK BÎST DEQQEYAN , XWESTIN BERXWEDANIYA GELÊ ME BIŞKÎNIN”
Her wiha Yagiz da diyar kirin ku; ”Bi saya Berxwedaniya gele me, hevdîtinek bi Rêbertiya me re hat çekirin. Le belê ew nayê wata ku tecrîd hatiyê şikandin. Bi hevdîtina 20 deqiqe xwestin berxwedaniya Gelê me bişkînin.”
Her wiha Yagiz got ku; ”Em îro dibejin Ciwan fedayiye Rêber Apo ne, heya ku tecrîd neyê şikandin, em wek ciwanên Kurd jî dev ji çalakiyên xwe bernadin, heya dawÎ jî emê li berxwe bidin. Em wek ciwanên Kurd bi hez û kelecaniya xwe li derdora Rêberê xwe bicivin, Rêber Apo azad bikin û Tecrîda ser Rebêrê xwe emê bişkînin. ”
“ Me bi ciwantî destpekir ,emê bi ciwantî jî serbikevin”
Dawi ya axaftinên xwe da, Yagiz da diyar kirin ku ;” Me bi ciwantî destpekir ,emê bi ciwantî jî serbikevin. Ciwanên me pêşengê Tevgera me ya Azadiyê ne, em jî wek ciwanên Kurd pewîste xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”
NC/SAHİLE ALTURK