Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê bi armanca piştgiriya parlementera HDP`ê Leyla Guven û bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan konê çalakiyê vedan
Hesekê-Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP`ê Leyla Guven bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 73`an de didome.
Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven konê çalakiyê li kolana sereke ya navçeyê vedan.
Di bin konê çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û yên parlamenter Leyla Guven hatin hildan. Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî konê çalakiyê bûn.
Di bin konê çalakiyê de name ji aliyê kesên ku tev li çalakiyê bûne ve hatin nivîsandin da ku ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan re werin şandin.
Konê çalakiyê wê 2 rojan dewam bike.