Bêyî erka civakî pêşveçûna exlaqî, estetîk û zanistî çênabe. Bi vî rengî di wateya teng de, dema çandîbûyîn çênebe, di wateya fireh de pêşveçûna aborî û siyasî jî çênabe.
Abdullah Ocalan
Rastiyek ku di pêşveçûna civaka şareza de hatiye dîtîn ew e ku civaka di hembêza wê de pêşketiye, di nava amûrên zor û kedxwariyê de her ku diçe di daurîne (daqurtandin), di helîne û girêdayî vê rastiyê, têkiliya ekolojîk-sîmbiyotîk a bi Xwezaya Yekemîn re hildiweşîne, wê tenê bi veguherîna çavkaniyê jêdixwe (kedxwarî) û her ku diçe serf û tune dike. Di vê rewşê de pirsgirêka ku bûye rojane ew e ka dê civak bi nakokiyên navxweyî an jî nakokiyên ekolojîk belav bibe ye. Ya rast jî ew e ku heke di şaristaniyê de veguherînek bingehîn û erênî çênebe, xwezayên yekemîn û duyemîn ên di bin serweriya herdu nakokiyan de, nikarin ji jiyankirina felaketên mezin rizgar bibin.
Nirxandinên wekî ku civak bêyî şaristanî nikarin bijîn, civakên ku bi şarezayî (uygar) dijîn civakên dewlemend û bihêz in, bi temamî birdozî ne û zêdetirîn paradigmaya bijarteyên yekdestî (tekel) ên serwerparêz û kedxwar nîşan didin. Asta ku çînayetîbûn, bajarvanîbûn û dewletbûn gihîştiyê, ji aliyê hemû derdorên bi bandor ên zanistê ve wekî peçeşêra civakî, (Pençeşêra biyolojîk jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye) tê nirxandin. Di vê mijarê de bi zêdeyî nîşane hene. Çekdarbûna nukleerî, hilweşîna derdorê, bêkariya binyadî, civaka serfkar, zêdebûna nufusê ya pirole, pençeşêra biyolojîk, nexweşiyên zayendî, qirkirinên zêde dibin ji van nîşaneyan ên sereke ne. Lewre jî tişta ku dê şaristaniya heyî ya bi nakokî û pençeşêrê ji karaktera xwe ya serwerparêz (tahakum) û kedxwar derxîne û veguherîne modernîte-şaristaniya demokratîk e û wekî rêya çareseriyê her ku diçe xwe dike alternatîf. Ya rast ew e ku li şûna hilweşîna şaristaniya kevin wekî hilweşîna hemû mirovahiyê bibînin, wekî pêşvebûn û serekebûna şaristaniya demokratîk binirxînin. Di vê rewşê girîng e ku mirov zanibe çandên civakî hîn mayîndetir in, çand di wê hêzê de ne ku şaristaniyan veguherînin, di wê qabîliyetê de ne ku şaristaniyan hem cihêreng dikin û pêşve bidin hem jî di wan de veguherînin bingehîn pêk tînin. Hilweşîna şaristaniya di civakekê de wekî windahiyek bingehîn nirxandin li aliyekê, heke hem diwarê binyadî hem jî wateyê de rê li ber pêşveçûna çandê vekiribe, divê ev hilweşîn wekî geşedanek gelekî erênî bê nirxandin. Ger ku rê li ber veguherîna şaristaniyê vekiribe, em dikarin vê veguherînê wekî rizgariya bi kok û gihîştina jiyana azad binirxînin.
Ziman bixwe, zîhniyeta ku civakekê bidest xistiye, daneheva civakî ya exlaq û estetîk, hest û ramanê ye; heyîna nasnameyî û demîtiyê (ansal) ya wate û hestên derketine hişmendiyê û gihîştine îfadeyê ye. Civaka bûye xwedî ziman, tê wê wateyê ku bûye xwedî hinceta bi hêz a jiyanê. Civakekê zimanê dayîkî çiqas pêşve biribe, tê wê wateyê ku asta jiyanê ew qas pêşve dibe. Dîsa çiqas rastî windabûna ziman û ketina bin serweriya zimanên din, tê wê wateyê ku ew qas bûye mêtingeh, rastî asîmîlasyon û qirkirinê hatiye. Aşkeraye ku civakên vê rastiyê dijîn, di warê zihniyet, exlaq û estetîk de nabin xwedî jiyanek bi wate, wekî civakek nexweş, heta tune dibin dê bibin mehkûmên jiyanek trajîk. Nirxên sazûmanî yên civakên ku windakirina wate, estetîk û exlaq dijîn, ancax dikarin wekî madeya xam a nirxên mijokên wan bêne bikaranîn û ev jî pêwîstiyek vê aşkerabûnê ye.
Halê pêşveçûyî ya xwezaya wateyî ya bi zekaya nermok a civakê de, pêşvetiya erkên rêveberiyê bixwe re tîne. Mumkun e ku mirov ji mejiyê civakî re bêje rêveberî. Di vê rewşê de dahurandina têgehên rêveberiya cewherî û rêveberiya biyanî girîng e. Rêveberiya cewherî, sererastkirin û kontrolkirina erk adi xwezaya civaka xwe de, bi vî rengî pêkanîna domdariya civakê, xwedîkirin û parastina wê digire bin ewlehiyê. Lê rêveberiya biyanî, xwe wekî desthilatdarî xwezayî dike û civaka têkildar dixapîne (jêkirina mejiyê wê), bi vî rengî ji bo xwe anîna rewşa mêtingehê û birêvebirina wê mumkun dike. Lewre jî, ji bo civakekê rêveberiya cewherî, heyatî ye. Civakek ji rêveberiya cewherî mehrum maye, wekî ku nikare ji mêtingehbûnê rizgar bibe, jêveneger e ku wekî encamek vê yekê ya xwezayî, di nava pêvajoyê de bi asîmîlasyon û qirkirinê tune bibe.
Rêveberiyên biyaniyên cewherê, şêweyê herî zordar û mijok ê desthilatdariyê temsîl dikin. Lewre ji bo civakekê peywîra herî jiyanî, exlaqî, zanistî û estetîk, gihîştina hêza rêveberiya cewherî (xwe bi xwe). Civaka ku vê peywîrê bicîh neîne, wekî ku ne mumkun e pêşveçûna wê ya exlaqî, zanistî û estetîk çêbibe, sazîbûn û pêşveçûna wê ya siyasî û aborî jî dê tune bibe. Ya girîng ew e ku erka rêveberiyê li aliyekê xwe ji gihadina şeklê desthilatdariyê dûr bixe, li aliyê din, li hemberî bêrêveberiyê heta dawiyê liber xwe bide. Qasî ku rêveberiyê nekin desthilatdarî, girtina îmtiyazên rêveberiyê yên di destê desthilatdariyê de jî gelekî girîng e. Desthilatdarî çiqas dij civakê be, rêveberî jî ewqas erka civakî ye. Bêyî erka civakî pêşveçûna exlaqî, estetîk û zanistî çênabe. Bi vî rengî di wateya teng de, dema çandîbûyîn çênebe, di wateya fireh de pêşveçûna aborî û siyasî jî çênabe. Di vê rewşê de tişta ku dê bê jiyandin mijokî, asîmîlasyon û tunebûna qirkirinî ye. Heta ku zanista civakî (sosyolojik) têgehên desthilatdarî û rêveberiya demokratîk negire rojeva xwe û çareser neke, her wiha bi vê ve girêdayî heta ku çareseriyê li dîrok û zanistên din belav neke, mumkun nabe ku krîza di qada zanistî de, lewma krîza civakî ya wekî binyadî û watetiyê ji holê rabe.
Hemû çandên li dijî nasnameya çandî ya fermî dijîn, di tehlîla dawî de têne marjînalkirin, an bixwe, an bi pêkûtiya nerasterast û rêbaza kedxwariya kapîtalîst an jî bi polîtîkayên afirandina civaka homojen a fermî ya netewe dewletê, bi rastiya tasfikirinê û tunekirina bi qirkirinê re rû bi rû ne. Ji bo dijberiya vê yekê riya herî rast, ji bo parastina hebûna çandî û azadkirina wê, ecibandina feraseta nasnameya çandî ya servekirî, vê bi çandên din re sentez bike û di astek jorîn de projeyên jiyana hevpar pêşve bibin e. Netewa demokratîk, hemwelatîtiya makezagonî, komara demokratîk, feraseta çand û welatek piranîparêz, ji serekeyên van projeyan in. Siyaseta demokratîk, birêxistinkirina civaka sivîl rêbazên xweseriya demokratîk, amûrên bingehîn ên pêkanîna van projeyan e. Hem ji bo parastin û azadkirina çanda kevneşopî hem jî ji bo ku bi çandên hemdem re di rewşa sentezê de bijîn, çareseriya modernîteya demokratîk, pêdiviyek jiyanî ye.