Ciwanên welatparêz û şoreşger îro li çar perçe Kurdistan bi şiyara tecrîd bişkîne faşîzmê biruxînin Kurdistan Azad bikin ve derdikevin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN– Bi bangawaziya Tevgerên Şoreşger di salvegera dagirkirina Efrîn’ê de li dijî tecrîd, dagirkerî û ji bo piştgiriya Çalakvanên Greva birçîbûnê li her derê Rojava û Bakurê Suriye di pêşengtiya ciwanan de gelê herêmê li qadan kom dibin.
HESEKE
Bi hezaran şêniyên Hesekê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bi boneya şermezarkirina yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daketin qadan û gotin: “Em ê Efrînê rizgar bikin.” Di heman demê de meşa ciwanan de tecrîd hate şermezarkirin û bal kişandin ser rewşa Leyla Guven.
Di dawiya meşê de endama jinên ciwan Mîrav Başo daxuyaniyek da.
Mîrav got: “Em tekoşîna hevala Leyla Guven pîroz dikin û piştgiriya wê dikin, herwiha em kiryarên dewleta Tirkiyê li ser xaka me şermezar dikin.Em wek jinên ciwan em ê bibin bersiv ji her cure êrîşan re, îradeya gelan tu car naşke, li ser vî esasî em bang li hemû jinan dikin ku helwesta xwe li dijî kiryarên Tirkiyê bikin yek.”
RAQQA
Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji Dewara Mesalun heya gundê Salihye meşek hate li dar xistin . Ji meşê re bi sedan ciwan tevlî bû.
DÊRÎK
Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meş li ber Qada Azadiyê destpêkir û heya ber bi Peykera Şehîdan a navenda sukê berdewam kir. Di meşê de ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diruşim hate berz kirin. Girse bi diruşma ”Bijî Berxwedana Efrîn’ê” ve meşiyan. Bi sedan kes tevlî bû.
QAMİŞLO
Li Bajarê Qamişlo jî bi heman armancê bi deh hezaran welatî di pêşengtiya ciwanan de li ber dewara şerqê de destpêkir. Piştî meşên girseyî kom bûn. Girseya ku piştî meşê li qada mitîngê kom bûn, pankart, dowîz û wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin û bê navber dirûşme berz kirin. Mîtîng bi axaftinan didome.
AMUDÊ
Li Amudê jî bi sedan ciwan li ber navenda ciwanan kom bûn û li dijî tecrîdê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate li darxistin. Ciwanan bi diruşmê ”Bijî Serok Apo”, ”Bimre Dagirkerî Bijî Azadî” dewam kir. Meş li qada jin dawî bû.
SEREKANIYÊ
Li Serekaniyê jî gel di pêşengtiya Tevgera Cİwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de meşek tê li darxistin. Meş li ber navenda ciwanan de destpêkir heya qada Şehîdan berdewam bike. Meşa ku bi şiyara ‘tecrîd bişkîne faşîzmê biruxînin Kurdistan Azad bikin ve pêk tê di heman demê de protestoyeke li dijî dagirkeriya Efrînê ye.
Her wiha daxuyaniyek jî ji aliyê ciwanan ve hate xwendin.
DIRBESIYÊ
Li Dirbesiyê jî di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de gelê Kurd meşek li dar dixin. Meş li ber Navenda Şehîd Xemgîn destpêkir wê li ber konê ku ji bo name ji Rêbereê Gelan Abdullah Ocalan re were şandin dawî bibe. Meş li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven e.
Meş li ber navenda Ciwanan de destpêkir. Ciwanan bi dirûşman dimeşin. Hersa Efrînê di meşê de xuya dike.
ŞEHBA
Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de diruşmeya “Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyê biqewitînin” meşekê lidar dixin. Di heman demê de meş li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî tê kirin.
Her kes ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê berê xwe didin meşê û teqez dikin ku ew ê bi irsrar berxwedana xwe berdewam bikin û li Efrînê vegerin.
Meş li navçeya Ehdas a Şehbayê tê lidarxistin. Hemû beşên civakê tevlî meşê dibin û di destê wan de wêneyên şehîdan, birîndarên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker di nava 58 rojan de şehîd û birîndar bûne hildane. Her wiha wêneyên rûxandin û hilweşandina Efrînê û wêneyên Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan ku li Efrînê çalakiyên fedayî pêk anîn, hatine hildan.
Kobanê
Li Kobanê, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û li dijî tecrîdê bi hezaran kes di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li meydana Peykerê Jina Azad li hev civiyan. Ji Girê Spî, Sûlûk û ciwanên Eyn el îsa li Kobanê kom bûn.
Girseya gel wê ber bi meydana Şehîd Egîd ve bimeşe û li wir mîtîngekê li dar bixe.
Girseya gel dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire dagirkerî, bijî azadî” berz kirin.
Meş bi mîtîngekî dawî bû.