YPG: ”Em li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng nemînin”
NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya ku Navenda Ragihandina YPG da; “Em ê bi armanca rigzgarkirina Efrînê û gelê xwe, di nav têkoşînek mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê ji her demê bêhtir, sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne, derxin hole. Em ê nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.” hate gotin.
Daxuyanîya YPG wiha ye:
Li Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, pêşketina şoreşgerî ya ku bi têkoşîna gelan ya mezin derketiye holê, yekbûneke mezin li derdora azadiyê ava kir. Ev têkoşîna ku li hember DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, li hember her cûre dagirkerî jî bi pêşketinê re, rûdanek şoreşgerî derxist holê.
Dewleta Tirk a dagirker ya ku hemû hêza xwe ji bo rewa nîşandana dagirkeriya xwe bikar tîne, bi armanca astengkirina geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û rûxandina pêşketinên demokratîk ya ku gelê me li derdora hevjiyana azad ava kirî, li hember xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê plangeriyên êrîşan xistiye meriyetê. Dewleta dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de, bi tevkariya hêzên ku çavên xwe li hember êrîşan girtin, êrîşên xwe dan destpêkirin. Yekîneyên me YPG, YPJ û gelê me yên ku di dirêjahiya du mehan de berxwedanek bêhempa raber kirin, sekneke ku pêşî li vê dagirkeriyê bigire derxistin holê. Li hember êrîşên ku bi hêzeke bejahî ya bê serûber, her cûre çekên giran, êrîşên hewayî û teknolojiya şer ya herî pêşketî hatin kirin, gelê me ji 7 heya 70 di nav berxwedanê de bû xwedî rol.
Piştî pêngava me ya paş de kişandinê ya 18’ê Adarê ya bi armanca pêşî li komkujiya sîvîl em bigirin, artêşa Tirk a dagirker komên xwe yên terorîst li navçe û bajarê Efrînê bicîh kir. Îro li gel van komên dagirker, komên çete û terorîst jî hene. Xaka Efrînê ya ku îro tê de bi her awayî binpêkirinên mafên mirovan ku paqijiya etnîk û bi awayekî sîstematîk talankirina dewlemendiyên bajar û gel jî di nav de ye, tên jiyîn. Erdnîgariya Efrînê di encama kiryarên faşîzan ya dewleta Tirk de bi vê rewşê re rû bi rû ma.
Em weke YPG û YPJ li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng namînin. Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rigzgarkirina Efrînê û gelê xwe, emê di nav têkoşînek mezin de bin. Em diyar dikin ku emê ji her demê bêhtir, sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşan plan dike ji her demê bêhtir derxin holê û nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.