Li Hewlêrê xwendekarên bi pileya yekem, duyem û sêyemîn zanîngeh û peymangeh qedandine ji bo ku werin tayîn kirin îro careke din çalakî kirin û gotin ku sozên ku serokê hikûmetê dane wan pêk neaniye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Hewlêrê xwendekarên bi pileya yekem, duyem û sêyemîn zanîngeh û peymangeh di salên 2016, 2017 û 2018’an de qedandine li ber Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Xwendekaran daxwaza tayînkirinê kirin.