Di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Êzîdxanê (YJCÊ) de bi sedan ciwan di salvegera hewldana dagirkirina Efrîn’ê û li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derketin qadan.
ŞENGAL – Di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdxanê (YJCÊ) de bi sedan ciwan di salvegera hewldana dagirkirina Efrîn’ê û li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi şiyara ”Ji bo tecrîd were şikandin, faşîzm were ruxandin û Kurdistan azad bibe Serî Hilde” derketin qadan. Ji civakê 7 heya 70’an tevli çalakiyê bûn.
Meş li ber Meclîsa Sinunê destpêkir û heya ber saziya Ziratê berdewam kir. Panqartên, ”Serî Hilde şer bike Rêber Apo azad bike” û “Leyla Guven Rumea me ye” hate vekirin.
Daxuyaniyek ji aliyê ciwanan ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku salek berê dewleta Tirk a dagirker Kantona Efrîn’ê bi alikariya hinek nokeran û casusên naxweyî û bi bêdengiya hêzên cihanî li peş cavên raya giştî hate dagirkirin.
Lê di nav vê salê de gelê me tu carî dagirkerî qebul nekiriye û nakejî. Her tim di nav berxwedanê de bûne. Efrîn parçeyek ji axê me ye ji ber wê jî axê ku bi hezaran şehîd ve hatiye rizgarkirin wê heya dawî jî biparêze.
Her wiha di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kişandin û banga çalakiyên ji bo Leyla Guven û çalakvanên din hate kirin.