Li Silêmaniyê Ciwanên Şoreşger xwestin ku li dijî dagirkeriyê û li dijî tecrîdê meşek li dar bixin. Lê asayişa YNK êrîş kir û destur neda.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Silêmaniyê Ciwanên Şoreşger xwestin ku li dijî dagirkeriyê û li dijî tecrîdê meşek li dar bixin. Lê asayişa YNK destur neda. Li ser vê mijarê Tevgera Genncanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye:
”Em wekî Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşêr me xwest li hember dagirkeriya dewleta Tirk û li dijî meşek li dar bixin.Lê belê Asayîşa Silêmaniye destur neda ku ciwanan meş li dar bixin. Girseya Ciwanan xwest ku bibiryardarî meşa xwe lidar bixin, lê asayiş derdorê Baxî Giştî hemû dorpêç kirin. Dîsa xwestin êrîşê girseyê bikin.
Ji bo wî jî em wekî Gencanî Welatparêz û Jinên Gencanî Têkoşêr li hemû qadên Başur dê çalakiyê de bibin û hevkarên dagirkeran şermezar bikin.”