Îro ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî li dar xist.
NAVENDA NÛÇEYAN- Îro ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî li dar xist. Ciwanan di çalakiyê de dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê ve şermezar kirin.
Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin; “Tecrîd sûcekî dij mirovahiyê ye û li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Rêber Apo ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Em tecrîda Îmralî şermezar dikin. Îro bi pêşengiya Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê didomîn û Guven ev 74 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger deye. Rewşa Leyla Guven û hevalên wê metirsîdar e. Em daxwaz ji rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest bikevin nava tevgerê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê didome. Beriya salekê li pêşiya hemû cîhanê piştî berxwedana 58 roj an Efrîn dagir kir. Gelê Efrînê koçber bûn û niha demogragiya Efrîn û navçeyên wê tê guhertin.