“Ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ,Ji Bo Şermezar Kirina Efrînê û Ji Bo Şikandina Tecrîde Herikîn Qadan.”
MAXMUR- Di peşengtiya Ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cudî de ,meşek girseyî hat lidarxistin. Ji bo şikandina tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah ocalan û Ji bo şermezar kirina dagirkeriya ser Efrînê Ciwanên wargehê bi hêrsek mezin, bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo ,Bijî Berxwedana Efrînê, Bimre ixanet “ tevlî meşê bûn. Daxûyaniya Ciwanên wargehê ,endama Tevgera Jinên Ciwanên Maxmûrê Kajîn Ozek xwend. Ozek Got kû ;”Dewleta tirk a faşist û dagirker di tevahiya siyaset, aborî, dîplomasî û leşkeriya xwe de binkeftin û rizandinekî jiyan dike. Dewleta tirk a faşist tevahiya şer siyaset û dîplomasiya xwe liser esasê tine kirina kurdan û tevgera azadiyê daye ava kirin. Wek hedef dixwaze di her derê de tevgera azadiyê û destkeftiyên Kurdan tine bike. Jiber vê yekê bi her curê îttîfaqan ve êrîşê Serokême û Kurdistanê dike. Lê belê Ji ber ku, nikare encam bigre û her têk diçe, qeyrana ku jiyan dike jî her diçe kûrtir dibe. Jiber vê yekê bi her cure tewîz dayîn û xwe firotinê ve li hember hebûna Kurdan û tevgera azadiyê tevahiya hêza xwe seferber kiriye. Ew qrîza ku îro dewleta tirk jiyan dike jî encama têkçûyînên sîyasî û leşkeri yên ku li hember tevgera azadiyê jiyan kiriye. Ev encam dide xuya kirin ku, tevahiya êrişên xwe yên faşizan de bê encam man, jiber vê yekê lewazî û neçariyek pir mezin jiyan dikin.”
“CİWANÊN KURD DEMA SERÎ HİLDİ DE,TU HÊZ NİKARE Lİ HEMBER VÎ BİSEKİNE”
Her wiha ozek da diyar kirin ku; ” Îro li hember tecrîta girankirî di kesayeta Leyla Güven û berxwedêrên zindanê de berxwedan û têkoşîneke îradeyê tê meşandin. Ev çalakî her ku diçe mezintir dibe û dewleta tirk neçar dike. Dîroka Kurd û Kurdistanê bi gelek berxwedan, têkoşîn, serhildan û qehremantiyan ve têr û tijiye. Ruhê Kurdê berxwêdêr , jina Kurd a têkoşer û ruhê ciwanên wî yên fadayî bi naskirina, felseya RÊBER APO û ruhê PKK yê ciwantiyê ve têkoşîn û lehengiyeke destanî ji tevahiya mirovahiyê re daye nîşandan. Gelê Kurdê berxwedêr û ciwanên wî yên fedaî , ji tevahiya cîhanê re dan ispat kirin, dema ku Serî hildi de, Şer dike, tu hêz nikare li hember wan bisekine. Jiber ku di ruyê cihanê de tu pergalên desthilatdar û faşist nikarin li hember Serhildan û Berxwedaniyên gel bisekin. Di tevahiya cîhanê de hemû hêzên dagirker û faşit jî, bi Serî hildanên gel hatine şikandin û tine kirin.”
“DEM DEMA SERÎ HİLDANE YE, TECRÎTÊ BIŞKÎNE, FAŞİZMÊ HİLWEŞÎNE, KURDISTANÊ AZAD BİKE”
Kajîn Ozek dawiya daxuyaniya xweda da diyar kirin kû;” Ew fedaiyên ku li Cizîr , Nisêbîn , Şirnex û Sûra Amedê de destan nivîsandin li benda mene. Em wek ciwan wê nivîsê bigîhînin dawiyê. Jiber vê yekê di gotina Ş.Çiyager de baweriyekê heya dawiyê hebû ku got ;’’ HER Çİ DİBE BİLA BİBE, EWÊ DAWİ Bİ HEYBET BİBE’’ jiber vê yekê îro dem dema dawiya muhteşem pêk anînê ye. Rêber apo dibêje ’’ Emê ne wek berê jiyan bikin, ne wek berê şer bikin. ’’ jiber vê yekê îro dema wî hatiye. Şoreş li benda pêşengê xwe û li benda Serî hildanê ye. Îro dem dema Serî hildanê ye. Dem dema tolhildana kurd û kudistanê ye. Dem dema zindî kirina ruhê ciwantî û serhildanê ye. Dem dema ciwanan û ciwantiyê ye. Jibervê yekê em dibêjin ; TECRÎTÊ BIŞKÎNE, FAŞİZMÊ HİLWEŞÎNE, KUDISTANÊ AZAD BİKE. “
Bi duruşmeyên “Bijî Serok Apo , Li hember Tecrîdê Serîhilde” ciwanan dawi li meşa xwe anîn.
Sahîle Alturk/Nûdem Tunç /NC