Meclîsên Ciwanan ên HDP ên Mêrsînê îro bi tevlêbûna dehan ciwanan di daxuyanîya xwe da beyannameya xwe ragihandin.
MERSÎN – Meclîsên Ciwanan ên HDP ên Mêrsînê îro bi tevlêbûna dehan ciwanan di daxuyanîya xwe da beyannameya xwe ragihandin. Di daxuyanîyê da, bi xwedîlêderketina berxwedana hevseroka DTKê Leyla Guven a ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatibû, balê kişandin ser dirûşmeyên wekî “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike”.
Daxuyanîya bi vî awayî ye:
Em îro wekî Meclîsa Ciwanan a Partîya Demokratîk a Gelan (PDG) a Mêrsînê, meclîsa xwe îlan dikin. Em wekî binyada herî dînamîk, di her serdemî û her derawayê da erka serdemê ya arasteker û şêwîner a ku bi bergîrîlêkirina berpirsîyarîya ku ev pêvajoya tade, êrîş, binçavkirin û girtin lê zêde bûne û faşîzm xwe bi sazî dike, daye ser milê me, yanî wekî ciwan, em dê birêkxistinîbûna xwe ya ku dê têkoşîna me ya mafedar veguherîne serkeftinê, li meclîsên xwe pêk bînin. Girankirina tecrîda li ser brêz Abdullah Ocalanî yê ku li Girtîgeha Bestî ya Şêwe F a Îmralîyê ji bo jiyaneka wekhev, azad, demokrat û bi hev ra rê vedikir, şûna çareserîyeke aştîxwaz a devletê yekser wekî nîşaneya hilbijartinê ya şer derdikeve pêşberî me. Bangewazîya berxwedanê ya hevseroka DTKê Leyla Guven a ji Amedê ya ji bo rakirina tecrîda li ser brêz Abdullah Ocalan, di hemî girtîgehan da bûye bersiv.
Di dawîya daxuyanîyê da ev hatin bilêvkirin: Em wekî Meclîsên Ciwanan ên HDP yên Mersînê li hember polîtîkayên faşîst û peyitandinên faşîst ên îqtîdarê, xwedî li berxwedana Leyla Guven û hevalên ku laşên xwe li girtîgehan radestî mirinê kirine û berxwedanê ji hundir heta derve mezintir kirine û bûne deng, derdikevin û wan bi rêzdarî slav dikin.