NAVENDA NÛÇEYAN
Ewlekarî, parastin an jî di wateya herî giştî de xweparastin, bi hilberîn û xwedîkirinê re rêjeya herî bingehîn a habûna zindî ye. Yê ewlekariya xwe nikare bike, an go tiştekî ku nikaribe xwe biparêze weke zindî nikare hebe. Bêguman ewlekarî ji pêlxwe ve dernake holê. Ji bo avakirina ewlekarî an jî pêdiviya parastina xwe, divê tehdîdekî ku vê ava dike hebe. An go li hemberê tehdîda tunekirina zindiyekê pêdivî bi ewlekarî an jî parastinê derdikeve holê. Elbet çewa tehdîdek wiha bi xwezayî dibe jî, heman wisa bi aqilê mirov jî dikare bê çêkirin.
Niha di sînorê Komara Tirk (TC)-Sûriye de nîqaşa “Avakirina Heremekê Ewlekariyê” tê kirin û ev di rojeva siyasetê de hema bêje xala yekemîn de cih digire. Tê gotin ku di aliyê sînorê Sûriyê de şerîtekî ji “32 km. Kûr” bikin herêma ewlehî. Lê eger gotin di cih de be di her serî de dengek jî derdikeve. Ya rastî bikaranîna heman têgehî ji aliyê her kesî ve wateyên cûda tê dayîn. Hinek kes vê, weke li hemberê êrîşên TC’yê parastina Rojavayê Kurdistanê fêm dike. Hinek kes jî, vê weke dewleta TC “Parastina li dijî terorê” pênase dike. Ev îş hatiye wê qonaxî ku, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk neçar dimîne daxuyaniyeke wek “Me tu hêzekî cîran tehdîd nekiriye” bide. Tabî ev hemû nîqaş di rewşekî salvegera yekemîn a Efrîn ji aliyê dewleta TC ve dest bi dagirkeriyê kiribû û li Minbicê di encama teqîneke întîxarî de 5 jê leşkerên Amerîka 15 kes jiyana xwe ji dest dayîn de tê kirin e.
Aşkereye ku li holê pirsgirekek ewlehiyê heye. Heta pirsgirêka ewlehiyê ya mijara tê gotin tenê di aliyê sînor an jî bi Rojavayê Kurdistanê re bi sînor e nîne, ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê jî pirsgirêkek ewlehiyê ya cidî heye. Lewra her roj êrîş çêdibin û li her çar aliyê cîhanê mirov di nava tirs û fikaran de dijîn. Baş e eger pirsgirêkek ewqas a ewlehiyê hebe, nexwe yê tehdît dike kî/ê ye? Heremên ewlehiyê ya ji bo avakirinê tê nîqaşkirin wê li dijî tehdîdên kî an jî kesan ava bikin? Ev kar wisa ye, pêşî divê tehdît bê diyarkirin ku, piştre jî karibî tedbîrek rast û têr pêş bixî.
Baş e ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberê TC’ê tehdîdet heye? Eger em bi zihniyet û siyaseta Tayyîp Erdogan li jiyanê binêrin erê, heye. Lewra di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de Kurd hene û Kurd bi zimanê xwe diaxivin û xwe bi xwe birêve dibin. Li gor zihniyeta TC’ê jî, li kuderê Kurdek hebe û bi nasnameya Kurd dijî, ew ya TC’ê tehdîd dike. Ji ber ku bi avabûna TC’ê re li gor zihniyet û siyaseta serdest “Kurd tunene, hebin jî neçarin tune bibin û bibin Tirk”. Eger li cihekê hebûna Kurd nebûba Tirkbûyîn û dixwaze weke Kurd hebe, ew zihniyet û siyaseta tê gotin vê rewşî ji bo navenda xwe (bekaya xwe) wek tehdîdek herî mezin dibîne. Ev rewş dixwazî bila li Rojavayê Kurdistanê be, dixwazî li Başûr an jî li perçeyekê din a Kurdistanê be û li derveyê welêt be, di hêla siyaset û zihniyeta TC’ê ya heyî rewş naguhere.
Ji ber vê yekî jî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta dixwaze, bila sed caran daxuyanî bide û bêje “Em tu cîranên xwe tehdîd nakin” lê dewleta TC û rêveberiya AKP-MHP’ê ya QSD’ê weke tehdîdek yekem dibîne. Çima? Ji ber ku di nava QSD’ê de hêzên azadiya Kurd rêxistinkirî ne û di qadên QSD diparêze de Kurd bi nasnameya xwe dijîn û xwe birêve dibin. Erê weke leşkerî QSD li hemberê TC tu çalakî û tehdîdek nekiriye. Feqat di heremên QSD’ê de Kurd bi nasnameyên xwe azad jiyankirin, dijminatiya Kurd a di TC’ê de serwer e, ya siyaset û zihniyeta ku dixwaze Kurdan tune bihesibîne û tune bike tehdîd dike. Eger hebûna Kurdê azad a li Rojava qebûl bike, wê demî dê nikaribe bîst û pênc milyon kurdên li Bakûrê Kurdistanê tune bihesibîne û polîtîkayên xwe yên qirkirinê ya heyî pêk bîne. Nexwe dê bi xwezayî neçar bimîne mafên netewa-demokratîk a Kurdên li Bakûrê Kurdistanê nas bike.
Di vê hêlî de, hişmendiya tehdîdê ya esas, çavkaniya xwe ji siyaset û zihniyeta dijminatiya Kurd a di dewleta TC’ê de serwer e pêk tê. Siyaset û zihniyeta Kurdan înkar dike û dixwaze tune bike, Kurdbûna ku dixwaze azad hebe ji bo xwe wek e dijminê sereke dibîne û li gor wê jî dijminatiyê dike. Ev dijminatî weke siyaset û zihniyet hatiye noqteyekê wisa ku, li kuderê bi nasnameya Kurd hebûnek hebe wê weke “Terorîst” mor dike hema êrîş dike û dixwaze tune bike. Di vê cîhanî de bi nasnameya Kurd re ji tu hebûnekê re li ti cihê naxwaze destûr bide. Li dijî her cure hebûna Kurd ji bo xwe her cure êrîş û tunekirinê wek e maf dibîne. Vaye ev siyasetek û zihniyetek ewqas nijadperest, şoven û nexweşîn e.
Îro Kurd civakek nêzî pêncî milyon in. Di encama êrîşên hegemonyaya qapîtalîst a gerdûnî û faşîst-qirker de Kurdistan hatiye çar perçekirin, Kurd li çar aliyê cîhanê hatine avêtin. Wekî gel û mirovên din ên di cîhanê de, Kurd jî dixwazin di cihê lê dijîn bi nasnameya Kurd bi azad bijîn. Ev daxwaz, pir mafdarî ji aliyê mirovahiya demokratîk ve jî tê destek kirin. Vaye pirsgirêk di vê bingehî de mezintir dibe. Li kuderê mirovek Kurd bixwaze bi nasnameya xwe jiyan bike dewleta TC wê dijmîn dibîne, kî/ê hebûna gelê Kurd û azadiya wê bixwaze dewleta TC wê jî weke dijmin dibîne. Ji Kurd re mafê hebûn û jiyanê nasnake, li ser hewildanên hebûnê jî bi her rêbazî êrîş dike. Vê çewa li Kurdistanê dike, wisa li her çar aliyê cîhanê jî dike. Zêdetir dixwaze her kes di zihniyet û siyaseta wê de be û tevlî siyaseta qirkirina Kurd bibe.
Vaye pirsgirêk û tehdîda rastîn, ev siyaset û zihniyeta dijminê Kurd e û êrîş, çews, teror, dagirkirin, komkujî û qirkirina jê çêdibe ye. Di vê maneyî de yê pêwîstiya wê bi ewlehiyê heyî Kurd in. Hêza ku ewlehiyê tehdîd dike dewleta TC û rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Ev ne tenê li Kurdistanê, li her çar aliyê cîhanê wisa ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê çeteyên faşist birêxistin dike, li her çar aliyê cîhanê seferberê çalakiyê dike û li dijî mirovahiyê tehdîdê çêdike. Ji ber vê yekê çewa li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dike, di nava sînorên TC de, li Iraq û Îranê, li herêm û her aliyê cîhanê li dijî tehdîdên ji TC’ê tên pirsgirêka ewlehiyê ya Kurdan û dostên wê heye.
Nexwe, eger li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê heremekê ewlehiyê ya di serî de Kurd û hemû gelan biparêze bê avakirin, vê ewlehiyê pêwîste berî her kesî li dijî tehdîdên TC’ê bên ava kirin. Nexwe bi dewleta TC’ê re avakirina heremek ewlehiyê, tê wateya berxikê dixin devê gur. Her kesên ku di vê qadî de tevdigere û li ser vê esasî xebat meşandin difikirin, destpêkê divê vê rastiyê bibînin. Hê salek berê çewa dewleta TC êrîşek çewa ser Efrînê kir û di Efrînê de qirkirinek çewa pêk anî; ev hemû li ber çavan raxistî ne. Li Kurdistana Bakur li dijî gelê Kurd komkujiyek û qirkirinek çewa pêk tîne li holê ye. Jê zêdetir yê DAIŞ’ê, El Qaydê, El Nûsrayê birêxistin û xwedî dike faşîzma AKP-MHP’ê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê, hêzên çete yên birêxistin kiriye li gor pêdiviyan bi navên “OSO” an jî “DAIŞ” an jî “El Nûsra” bi kar tîne. Di esasê xwe de hêza tê bikaranîn û yê bikar tîne eynî ne, li gor pêkanînê nav tê guherandin. Vaye çeteyên girêdayên AKP-MHP’ê herî dawî li Minbicê êrîşên leşkerên Amerîkayê kir û êrîşa hatî kirin jî bi navê DAIŞ’ê girt ser xwe. Nexwe hêza DAIŞ’ê ya ku karibe li Minbicê êrîşekî wisa bike li kuderê ye? Vekirî li holê ye ku vê teqînî çeteyên ji aliyê rêveberiya AKP-MHP ya TC’ê ve tên xwedîkirin ve pêk hatiye. Baş e hêzek wisa ku dibêje “Em li dijî DAIŞ’ê li her cihî têkoşînê didin” bi rastî jî tu wateya xwe heye?
Demek divê her kes rastiyê bibîne û baldar tevbigere. Hêza ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ewlehiyê di dereceya yekemîn de tehdîd dike dewleta TC û dîktatoriya faşist a AKP-MHP’ê ye. Hêza ku ya çeteyên wekî DAIŞ û El Qaydê birêxistin û xwedî dike, ser Kurdan û çal aliyê cîhanê ve dide êrîşkirin ev dîktatorî ye. Kî/ê ye ku ya Kurdan û gelên din li dijî êrîşên faşist ewlehiyê ava bike, divê ew di serî de li dijî dîktatoriya faşist a AKP-MHP’ê vê yekî bike. Divê helwest li dijî dîstatoriya faşist a AKP-MHP’ê bigire, koalisyona ya li hemberê DAIŞ’ê hatî avakirin divê weke koalisyona dijberê AKP-MHP’ê dewam bike. Îro li dijî dîktatoriya faşist a AKP-MHP’ê berxwedaniya herî bi wate û herî girîng Leyla Guven û pêngava “Em tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin” dimeşînin. Nexwe divê kesên ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û di cîhanê de ewlehiyê dixwazin, divê xwedî li berxwedana Leyla Guven derkevin û li dora wê bigihêjin hev.
Atakan Çetîn
Çavkanî: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê