ENQERE – Di meha 42. ya Komkujiya Pirsûsê de, endamên ESP û SGDFê, li kolanên Enqereyê xebatên ozalîtê pêk anîn. Endamên ESP û SGDFê, ozalîtên ku “Pirsûsê ji bîr neke! Nede jibîrkirin!“ hatibû nivîsîn, li Kizilayê bi kolanan daliqandin.
Her wiha endamên ESP û SGDFê, ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê Leyla Guvenê ku di roja 74. de ye, bi ozalitên ku li ser “ Li Berxwedana Leyla Guvenê Bibin Deng“ nivîsîn belav kirin.