Îro di saetên sibehê de erebeyek bombebarkirî benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê kir hedef.Di encama teqînê de 2 endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn ku yek jê jine û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn.Kesên birîndar bûne jî, ji ber parçeyan birîndar bûne. û di heman demê de zerarên madî jî di erebeyên li nêzî cihê teqînê de çêbûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyên ajansa ANHA’yê ji herêma Şedadê ragihand, îro di saetên sibehê de erebeyek bombebarkirî ji marka Hondayê, benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a deriyê veguhestinê ya li cem Pira 47’an a bajarokê Şedadê ye kir hedef. Xwekujê ku erebeya bombebarkirî diajot piştî ku endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn pê hisiyan û xwestin wî bisekinînin, xwe teqand.Di encama teqînê de 2 endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn ku yek jê jine û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn.Kesên birîndar bûne jî, ji ber parçeyan birîndar bûne.
Li gorî agahiyên destpêkê ku di encama teqînê de 2 endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn ku yek jê jine û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn.Kesên birîndar bûne jî, ji ber parçeyan birîndar bûne. û di heman demê de zererên madî di erebeyên li nêzî cihê teqînê de çêbûne.